BI DÎMEN

Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz hat weşandin

Hejmara mehên Tîrmeh û Tebaxê yên Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi mijara ‘xweparastina jinê’ hat weşandin.

Hejmara mehên Tîrmeh û Tebaxê yên Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi dirûşma “Bi xweparastinê ber bi rêxistinbûnê, bi ruhê pêngavê ber bi serketinê' hate weşandin.

Kovara bi mijara xweparastinê derketî, behsa pêwîstiya pêvajoyê ya ji bo jinên ciwan dike û her wiha berxwedan û ruhê pêngavê vedibêje. 

Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz, erkên pêvajoyê bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo jinên ciwan ronî dike û bi nivîsên cuda yên dosyayê bala xwendekaran dikêşe.   

Di beşa portreyan de li ser jiyana yek ji fermandarên ewil ên gerîla şehîd Mîhrîban Saran (Azîme) tê seknandin û di beşa îdeolojiyê de jî cih dide nivîsên Zîn Meletiyê.

Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz, Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û Pêngava 15'ê Tebaxê bi rengekî xurt dinirxîne.