ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

* Gerîlayê HPG’ê Elî Firat Qamişlo diyar kir ku ew bi hêza felsefeya Rêber Apo têdikoşin û got: “Dijmin kêlî bi kêlî di nava hewldana tinekirina me de ye. Lewra em çiqas têbikoşin em ê ewqasî azad bibin. Em ê nehêlin dijimin bigihêje armanca xwe.”

* Çawa ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de Tirkiye û Îran kirin navend û li herêmê netewe dewlet hatin avakirin, di vê pêvajoyê de divê Tirkiye û Îran bên perçekirin. Navenda nû Îsraîl, wê li herêmê netewe dewletên biçûk ên federatîf ava bike.

* Gerîla di pêla şoreşa 2024’an de bi mezinkirina performansa xwe wê mohra xwe li sala 2025’an bixe.

* Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş anî ziman ku mafê gelên Rojava ye ku di nava ewlehiyê de bijîn û got: “Divê rêz ji statuya Rojava re bê girtin. Divê Tirkiye demildest dawî li êrîşan xwe bîne.”

* Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç diyar kir ku di 24 salên dawî de ji ber guhertinên civakî-polîtîk, cureyên zextê, xizanî, astengkirinên azadiya ramanê, bûyerên xwekuştinê ji sedî 2, 5 zêde bûye.

* Çalakiyên nobetê yên li dijî êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Qamişlo û Kobanê hatine destpêkirin, bên şopandin.

* Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

* Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

* Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Tirkiye û Kurdistanê wê bên şopandin.

* Çalakiyên bi boneya komkujiyên Parîsê bên lidarxistin wê bên şopandin.