'Desthilatdarî dixwaze bi destê Hîzbûllahê jinan û civakê bixe bin zext û bandora xwe'

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz wiha got: “Desthilatdarî dixwaze bi destê Hîzbûllahê jinan û civakê bixe bin zext û bandora xwe. Dewleta Tirk bi vekirina deriyên Meclîsê ya ji Hîzbûllahê re, gavên destpêkê yên vê pêvajoyê avêt.”

SUMEYYE BOZ TÊKILDARÎ ÊRÎŞAN NIRXANDIN KIR

Bi hinceta Fîlîstînê, bi taybetî li Amedê êrîşên Hîzbûlkontrayê yên li bajarên Kurdistanê destpê kirî, gihişt wê astê ku dema ‘90’an li bîra mirov bîne. Hîzbûlkontrayên ku êrîşî qadên azadiyê yên gel dikin û hêza paramîlîter a dewletê ye, li qadan gefan dikin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz têkildarî êrîşan, ji ANF’ê re axivî.

Sumeyye Boz diyar kir ku planên stratejîk ên netew dewletan ên li dijî tevgerên îtîrazê, demkurt nînin û destnîşan kir ku heta encam tê wergirtin yan jî bi rengekî neserketî bi encam dibe, dewam dike. Boz wiha got: “Helbet Hîzbûllah kete nav pêvajoyeke pasîfîkasyonê. Lê ev pêvajo dîsa li gorî plana siyasî ya dewletê pêş ket.”

Sumeyye Boz bal kişand ser bûyerên di Bihara 2013’an de li Zanîngeha Dîcleyê qewimîne û diyar kir ku daxwazên ji bo zanîngeha xweser û zanistî yên ciwanên welatparêz rû bi rûyê êrîşên Hîzbûllahê ma. Boz bal kişand ser provokasyonên ku di sala 2014’an de di dema berxwedana Kobanê de, pêk hatin û ev tişt got: “Piştî salekî, hewl dan serketina gelê Kurd a di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk bibin û dem bi dem êrîş pêk hatin… Di roja îro de destpêkê, di hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan de deriyên Meclîsê ji Hîzbûllahê re hatin vekirin û bi vî rengî bingehê êrîşên li dijî serketina DEM Partiyê ya di hilbijartina 31’ê Adarê de, hate danîn. Dîsa mîna salên 90’î, gef li girseyên ku piştgiriyê didin siyaseta Kurd tê xwarin. Yê ku ev polîtîka heta roja îro meşandî, dewlet bi xwe ye. Lê em îro dibînin ku siyaseta Kurd rû bi rûyê êrîşên ku di bingehê xwe de ji aliyê Hîzbûllahê ve tên organîzekirin, dimîne. Heman polîtîkane. Yanî planên êrîşên ku ji aliyê dewletê ve tên organîzekirin, ji aliyê Hîzbûllahê ve tên pratîkkirin. Desthilatdarî dixwaze bi destê Hîzbûllahê jinan û civakê bixe bin zext û bandora xwe.”

Sumeyye Boz anî ziman ku bi van êrîşan hewl didin civaka Kurd ceza bikin û destnîşan kir ku armanca wan a destpêkê têkoşîna jinên Kurd e. Sumeyye Boz ragihand ku îdeolojiya rizgariya jinê bingehê vê têkoşînê ye û ev îdeolojî gihişt forma jineolojiyê.

Sumeyye Boz bilêv kir ku daraz di bin kontrola dewletê de ye û ne pêkan e ku ji dewletê serbixwe tevbigere. Boz destnîşan kir ku eger dewlet van êrîşên Hîzbûllahê oranîze dike, wê demê daraza di bin kontrola dewletê de jî hikûm nade û got ku yanî dewlet çiqasê demokratîk be, daraz jî ewqas adil e.