Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet ên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li ser ciwanan her roj asteke cuda digre. Ji aliyekê berê ciwanên Kurd didin ber bi madeyên hişberiyê, li aliyê din jî bûyerên xwekuştinê zêde dibin. Lêkolîna Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk jî vê yekê piştrast dike. Li gorî lêkolînê, rêjeya xwekuştinê roj bi roj zêde dibe. Di rêza ewil de Sêrt û di rêjeya xwekuştina di temenê zarokatiyê de jî Amed cih digire.
Koordînatora Giştî ya Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk (SAMER) Yuksel Genç sedem û binesaziyên bûyerên xwekuştinê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand û wiha got: “Di 24 salên dawî de bûyerên xwekuştinê li Kurdistan û Tirkiyeyê ji sedî 2,5 zêde bûye. Bûyerên xwekuştinê di aliyê populasyona siyasî ya Tirkiyeyê de îşaret bi hin pirsgirêk û tengasiyên cidî dike. Ji ber ku bûyerên xwekuştinê tu car ne tenê li ser daxwaza dawîkirina jiyanê ya kesan e. Di heman demê de kesên dawî li jiyana xwe tînin peyamên li ser avahiya civakî-çandî û hawirdora polîtîk ya di hundirê wê de ne didin.
Ji ber vê yekê pir zehmet e ku mirov bibêje zêdebûna bûyerên xwekuştinê yên li Tirkiye û Kurdistanê ji atmosfera siyasî ku di nava 24 salên dawî de demxa xwe li Tirkiyeyê daye û çêkera wê ya civakî diguherîne, serbixwe ne. Bi taybet bûyerên narkotîkê yên zêde dibin jî bi giranî xwe dispêre sedemên heman. Ev yek nîşan didin ku ev ne rasthatin in, lê encama polîtîkayeke bingehîn in.”
Yuksel Genç destnîşan kir ku bûyerên xwekuştinê yên li Kurdistanê zêde dibin, divê bi awayekî taybet were nirxandin û wiha got: “Li herêmê bûyerên xwekuştinê li gorî rêjeya zêdebûnê ya li seranserê Tirkiyeyê, li hin bajaran zêdetir e. 7 bajarên li Kurdistanê di vê mijarê de balê dikşînin; Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Erzîngan, Erzirom, Riha û Colemêrg. Rêjeya zêdebûna bûyerên xwekuştinê yên li van bajaran zêdeyî rêjeya seranserê Tirkiyeyê ye. Em dibînin ku li bajarên Kurdistanê bûyerên xwekuştinê herî zêde di navbera 15-19 salî de tê dîtin. Em dikarin bibêjin ku bi taybetî li Amedê rêjeya xwekuştina zarokan di asta herî jor de ye.”
Yuksel Genç destnîşan kir ku divê ji bo kêmkirin û dawîkirina bûyerên xwekuştinê xebatekî cidî were kirin û wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku di bûyerên xwekuştinê de bandora krîza ku di nava pergalê de bi cih bûye, heye. Her ku saziyên rêxistînî yên dikarin li ber van bandoran rabin qels dibin, li bajarên Kurdistanê li dijî derketina bûyerên xwekuştin û narkotîkê jî qels dibe. Ji ber ku rêya herî girîng a li dijî derketina van bûyeran bûyîna xwedî hişmendîbûn û tevgerkirina hevpar e.”