Şandeya jinên femînîst li dijî desteserkirinê banga piştevaniya hevpar kirin

Komek jinên femînîst ku çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, diyar kirin ku ew li dijî desteserkirinê vîna gel diparêzin û banga piştevaniya hevpar kirin.

Komeke jinên femînîst ku ji bo serdanan hatibûn Kurdistanê, serdanên xwe didomînin. Jinên femînîst îro jî çûn serdan Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Hevşaredar Neslîhan Şedal, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarên jin yên naçveyan pêşwazî li şandeyê kirin. Jin di odeya civînê de hatin gel hev û banga piştevaniya hevpar kirin.

Li ser navê TJA’yê Çaglar Demîrel axivî û da zanîn ku bi salan e li dijî zîhniyeta serdest têdikoşin.

Femînîst Ozlem Şen jî diyar kir ku li gelek bajaran bi hevşaredaran re hatine gel hev û der barê xebatan de agahî girtine.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî destnîşan kir ku bi pêşwazîkirina jinên femînîst kêfxweş bûne û got, jinan pêşengiya berxwedanê kiriye û ji bo mezinkirina têkoşînê hewl didin.

Piştî serdanê li ber avahiya şaredariyê bi dirûşmeya "Femînîst ji desteserkirinê re dibêjin na" daxuyaniyek hevpar hat dayîn.

Femînîst Dîdar Gul daxuyanî xwend û destnîşan kir ku wê li dijî desteserkirinê û polîtîkayên qeyûman bêdeng nemînin. Gul di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê hemû kes xwedî li vîna xwe derkeve.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.