Jina ku mala wê ji aliyê kurê wê ve hat şewitandin, jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Midyad a Mêrdînê jina ku mala wê ji aliyê kurê wê ve hate şewitandin, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Şorizbah ê girêdayî navçeya Midyad a Mêrdînê kesê bi navê Veysî Bora di 22’yê Hezîranê de mala ku dayik û bavê wî tê de bûn şewitand. Veysî Bora ji cihê bûyerê reviya, bav Hamît Bora xwe ji paceyê avêt û xelas bû. Dayik Atiye Bora bi awayekî giran birîndarbûyî ji malê hate derxistin û şewat bi mudaxileya agirkûjê hate vemirandin. 

Atiye Bora ji bo dermankirinê sewqî Amedê hate kirin û V.B. yê ji cihê bûyerê reviya li Stenbolê ji aliyê cendermeyan ve hate girtin û dadgehê ew girt. 

Atiye Bora ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tedawiya wê berdewam dikir, îro jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Borayê piştî karûbarên otopsiyê dê bê veşartin.