BI DÎMEN

Cenazeyê şervanên QSD’ê Hogir Hesekê û Şiyar Hesekê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Hogir Hesekê û Şiyar Hesekê yên di 28’ê Kanûna 2024’an de li Kantona Tebqayê şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin. Ji bo şehîd Silava Ocalan, Kovan Hesekê û Xerîb Hesekê jî merasîma xiyabî hat lidarxistin.

Cenazeyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Hogir Hesekê (Mihemed Xalid Hesûn Nasîf) û Şiyar Hesekê (Zumurut Ebdulwehab) yên di 28’ê Kanûna 2024’an de li Kantona Tebqayê şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê hatin veşartin. Li goristanê merasîma xiyabî ya şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Silava Ocalan (Zeyneb Hemze) ya ku di 7'ê Kanûna 2024'an de li Minbicê, şervanê hêzên Komandos şehîd Kovan Hesekê (Mihemed El Meşrif) ê ku di heman dîrokê de li Minbicê û şervanê QSD'ê Xerîb Hesekê (Lorens Şelal) ê ku di 25'ê Kanûna 2024'an de li pira Qereqozaq şehîd bûbû, hate lidarxistin.

Mersîma bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê ya Kantona Cizîrê ve hat lidarxistin. Di merasîman de bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wî, endamên saziyên sivîl, leşkerî û rêxistinên jinan beşdar bûn.

Di serî de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme El Elî axivî û got: "Ji ber lehengiya zarokên wan di eniyên şer de û di parastina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, serê dayikên şehîdên me bi zarokên wan bilind e."

Fatme El Elî soza şopandina rêya şehîdan û domandina têkoşînê heta rizgarkirina deverên dagirkirî dubare kir.

Şervana YPJ'ê Evînar Dêrik, sersaxî da malbatên şehîdan û soza şopandina rêya şehîdan û tolhildana wan dubare kir.

Di dawiya merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Guljîn Ehmê wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Piştre girseya gel cenazeyên şehîd Hogir û şehîd Şiyar bi dirûşmeyan veşart.