Hevserokatî ji jinan re dibe cihê baweriyê

Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm ku serdana Colemêrg û Wanê kir, anî ziman ku mafê rêveberiya wekhev a hevserokatiyê baweriyeke mezin daye jinan.

DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ Û TÊKOŞÎNA JINAN

Komek ji jinên femînîst hefteya derbasbûyî serdana Colemêrg û Wanê kir û hem bi hevşaredar hem jî bi jinên endamên meclîsê re hevdîtin kir. Yek ji endamên komê Sekretera Giştî ya Platforma 'Em ê kuştina jinan rawestînin' KCDP Fîdan Ataselîm bû. Fîdan Ataselîm ji ANF'ê er qala serdana xwe kir.

Fîdan Ataselîm anî ziman ku beriya wan komeke femînîst serdana Êlih û Amedê kiribû û got, "Piştî vê serdanê qeyûm hate tayînkirin û ji bo xurktirina zemînê têkoşînê yê bi Tevgera Jinê ya Kurd re û rabûna li ber qeyûm weke femînîstan me vê carê berê xwe dan Colemêrg û Wanê. Ez jî tevlî komê bûm. Dema ku qeyûm li Colemêrgê hate tayinkirin mirov dibîne bê şaredarî ji aliyê fîzîkî ve di nava dorpêçeke çawa de ye. Hevalên me yên jin ên ji meclîsa şaredariyê ji bo radestkirina ewraqên şaredariyê jî nekarîn biçin, mîna ku sûcdar in dora wan ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Me dît ku jinan xwe ji kolanan, ji qadên cemaweriyê vekişandine nava malan. Qeyûm bajarekî ji tirsê afirandiye, lê li hemberî vê yekê têkoşîn heye ku ev yek ji bo xwedîderketina li îradeyê girîng bû."

Fîdan Ataselîm bi bîr xist ku li herdu bajaran piştî ku qeyûm hate tayinkirin karê wan ê destpêkê giritna saziyên jinan, navendên jinan bû û got, "Bifikirin, rêvebeiya qeyûm stargeha jinan digire. Xeta telefonê ya ku şaredariyê li dijî tundiyê ava kiriye, girtiye. Karê xwe yê destpêkê ew bû ku cihên jinan veguherînin projeyên ADEM'ê, polîtîkayên têkildarî malbatê bi destê qeyûm ji holê hatine rakirin. kuştina jinan zêde bûye, bûyerên xwekuştinê zêde bûne. Ji aliyekî ve jî tundî tê nixumandin. Dostên me gotin, yekane cihen ku jin karibin lê civakî bibin kursên quranê ne. Li Wanê hevdîtina bi 14 hevşaredaran re rûmeta qewirandina qeyûm bû. Dostên me anîn ziman ku hemû deverên xizmeta jinê ku bêbandor hatibûn hiştin, ji nû ve çalak dikin, lê belê vê carê bi fermana tedbîrên teserûfê li pêşiya wan dibin asteng."

Fîdan Ataselîm ragihand ku ew ji hev berpirsyar in, derdên wan hevpar in û got, "Bêguman divê em bi ser aliyên ji hev cuda biçin. Desthilatdariya siyasî naxwaze jin bibe hêmana rasteqîn lê belê li gorî sînorên ku bi xwe diyar kiriye hin mafan dide jinê, jinê weke ya ku zarokan bîne dinyayê xwedî bike dibîne. Timî sînor li pêşiyê hatiye danîn. Sîstema hevserokatiyê ji aliyê temsîliyetê ve ev sînor têk biriye. Bajarên ku jin di asta wekhev de di rêveberiyê de ne, baweriyeke mezin dide jinan. Derfet, çavkanî li gorî pêwîstiyên jinan di rêveberiyê de têne belavkirin. Têkoşîna me ya hevpar, çareseriya pirsgirêkan a bi derfet û çavkaniyên xwe ji aliyê dostên me ve weke xweparastinê têne pênasekirin. Ez tevlî dibim. Lê belê li qada xwecihî derfetên mezin hene, derfetên desthilatdarî, wekîltiya gel hene, lewma divê em xwe ji vê yekê venegirin. Ji ber vê jî li bajarên Kurdan jinûve bidestxistina rêveberiyên xwecihî gelekî girîng e."