BI DÎMEN

‘Em çiqasî têbikoşin em ê ewqasî azad bibin’

Gerîlayê HPG’ê Elî Firat Qamişlo diyar kir ku ew bi hêza felsefeya Rêber Apo têdikoşin û got: “Dijmin kêlî bi kêlî di nava hewldana tinekirina me de ye. Lewra em çiqas têbikoşin em ê ewqasî azad bibin. Em ê nehêlin dijimin bigihêje armanca xwe.”

Li seranserî cîhanê û bi taybet di Rojhilata Navîn de li hemberî polîtîkayên pergalên serdest û zîhniyeta dewletperest, tevgera Apoyî ji bo hemû gelên bindest bûye hêviya jiyaneke azad. Kesên ku berê xwe didin nava refên wê, wateya jiyana rast peyda dikin, ji bo parastina nirxên mirovatiyê şer û tekoşîn dikin. Gerîlayê HPG’ê Elî Firat Qamişlo hest û ramanên xwe ji ANF’ê re anîn ziman.

Elî Firat Qamişlo gerîlayekî ji netewa Ereb e û ji eşîra Tey ye. Gerîla Elî Firat ji sekna şervanên azadiyê ya li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê bandor dibe, bi naskirina ramanên Rêber Apo re ev bandor kûrtir dibe û biryara tevlîbûna nava refên tekoşîna azadiyê dide. Elî Firat Qamişlo qala meşa xwe ya nava refên gerîla kir û wiha got: “Bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê re şer li herêma me çêbû û gelek kom bi navên cûda derketin, di nava wan navan de dema me navê PKK’ ê bihîst em weke malbat bi giştî meraqa me li ser wê çêbû.”

‘BI HATINA HEVALAN RE TARÎTIYA SER CIVAKÊ RONÎ BÛ’

Gerîlayê enternasyonal diyar kir ku bi tevlîbûna du birayên wî ji nava YPG’ê re meraqa wî ya naskirina tevgera Apoyî zêdetir bû û got ku wî jî di sala 2016’an biryara tevlîbûnê da.  Elî Firat bal kişand ser rewşa gelê heremê, zor û zehmetiya ku ji ber êrîşên çeteyan jiyane û ev tişt got: “Tevgera herî bi wijdan xwedî li gelê heremê derket PKK ye. Gelên heremê ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê pêwîstî bi hêzekê hebû ku were vî gelî rizgar bike. Lewra tevgera herî durist û bi edalet ji bo azadkirina gelan şer kir, tenê tevgera Apoyî bû û projeya xweseriya demokratik bû. Bi hatina hevalan re ez dikarim bêjim ku tarîtiya li ser civakê ronahî bû.”

‘EM Ê NEHÊLIN DIJMIN BIGIHÊJE ARMANCA XWE’

Elî Firat destnîşan kir ku dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya dagirkeriyê, çeteyên DAÎŞ û El Nûsrayê ji nû ve zindî dike û wiha domand: “Weke ciwanekî Ereb li hemberî vê zîhniyetê şer dikim. Wijdanê me jî qebûl nake vê zilmê. Mirovê bi xaka xwe ve girêdayî be, teqez wê nepejirîne. Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê û gerîlayên wê kîn di dilê me de ava kiriye. Dijmin kêlî bi kêlî di nava hewldana tinekirina me de ye. Lewra em çiqas têbikoşin em ê ewqasî azad bibin û em ê nehêlin dijimin bigihêje armanca xwe. Kurd û Ereb mil bi mil me li hemberî çeteyan şer kirin. Bi yekîtiya ku me bi hev re ava kir, me ev zîhniyeta tarî têk bir.”

BI HÊZA FELSEFEYA RÊBER APO TÊDIKOŞIN

Gerîla Elî Firat destnîşan kir ku jiyana bi rûmet û azadiyê di ramanên Rêbe Apo de dibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “PKK tevgereke cidî ye, lewra destê ku dirêjî axa Kurdistanê bibe wê rehetiyê nebîne. Bi hêza perspektîfê Rêber Apo em ê tekoşîna xwe bi hêztir bikin. PKK tevgereke bi edalet e ji bo azadiya gel derketiye, ji bo wê ti carî tine nabe. Em niha weke ciwanên Ereb li hemberî êrîşên dewleta Tirk radiwestin. Zora dewleta Tirk diçe ku em weke ciwanên Ereb di nava refên PKK de li serê çiya şer dikin. Mirovê ku dixwaze jiyaneke azad û bi rûmet jiyan bike, ji kîjan neteweyê dibe bila bibe, Ereb, Kurd an jî Suryan be, li pey felsefa Rêber Apo diçe. Niha têkoşîna min a li serê van çiyayan jî bi hêza felsefeya Rêber Apo ye. Soza me ew e ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê jî ji bo parastina gelan têkoşîna xwe bidomînin.”