Li Kenyayê kujerê 42 jinan hate girtin

Polîsên Kenyayê ragihand ku wan li paytext Naîrobiyê ‘’kujerê psîkopat’’ girtiye ku kujerî îtîraf kiriye wî 42 jin qetil kirine.

Serokê Saziya Lêpirsîna Cezayan Amîn Muhammed di civîneke çapemeniyê de got ku kujerê bi navê Collins Jumaisi ê 33 salî îtîraf kiriye ku wî 42 jin qetil kirine û cesedên wan avêtine ser çopê.

Amîn Muhammed got: “Mixabin ku kesê kujer îdîa kir ku yekem qurbaniya wî hevjîna wî bû ye û wî ew xeniqandiye. Her wiha li gorî yekem lêpirsînan kesê kujer îtîraf kiriye ku wî 42 jinên berbehs jî bi heman rêbazê qetil kirine.’’

Li gorî polîsan cinayet di navbera sala 2022’ya û 11’ê Tîrmeha 2024’an de pêk hatine. Li gorî rayedaran ji destpêka xebatên lêgerînê yên ji roja Înê heya niha wan li ser çopê 8 jê jin cenazeyê 9 kesan peyda kiriye.