TJK-E: Zêdeyî 20 hezar jinan name ji CPT’ê re şandin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) diyar kir ku zêdeyî 20 hezar jinan li dijî tecrîdê name ji CPT’ê re şandin û got: “Em bang li CPT’ê dikin ku wezîfeyên xwe bi cih bîne.”

PÊNGAVA 'JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ'

TJK-E’yê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Di çarçoveya pêngava ‘ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de, 19’ê Nîsanê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re hate destpêkirin. Di nava wexteke ji sê mehan kêmtir de, ji gelek welatan bi tevlîbûna jinan kampanya hate meşandin û temamkirin.”

Daxuyaniya TJK-E’yê bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a faşîs 41 meh in nahêle Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û bi vî rengî bêhiqûqiyeke ku li cîhanê mîna wê nehatiye dîtin, pêk tîne. Polîtîkayên tecrîdê ya li hemberî Rêber Apo tê meşandin, weke dewama polîtîkayên qirkirinê ye. Erdoganê dîktator bi êrîşên dagirkerî û komkujiyê armanc dike ku Tevgera Azadiya Kurd biqedîne, lê ev yek wê dawiya wî bi xwe bîne. Berxwedana gerîla û têkoşîna demokratîk a gelê Kurd, ev plan têk birine. Paradîgmaya Rêber Apo ya li ser esasê demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk, li dijî sîstema kapîtalîst bûye alternatîf. Ku sîstema kapîtalîst rû bi rûyê krîzeke mezin e.

SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ DURÛTIYÊ DIKIN

Erdoganê dîktator armanc dike ku li Rojhilata Navîn hîn zêdetir hakimiyeta xwe ava bike û hem desthilatdariya xwe mayînde bike, hem jî weke lîderê ku xeyalên Neo Osmanîtiyê pêk anî, derbasî dîrokê bibe. Li gel vê yekê li herêmê şer, komkujî, koçberî, girtin, tundiya li ser jinê, tecawuz û femîcîdeyê pêk tîne û dagirkerî û kaosê tîne qadên jiyanê yên gel. Welat û saziyên demokratîk ên ku qaşo li ser esasê demokrasiyê hatine avakirin, li hemberî van polîtîkayên qirkirinê bêdeng dimînin û durûtiyê dikin. Ev yek nîşan dide ku ew jî piştgiriyê didin van polîtîkayên qirkirinê yên Erdoganê dîktator.

Polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd û tecrîda mutlaq, di bin berpirsyariya hêzên navneteweyî de ye. CPT jî weke dewama van polîtîkayên qirkirinê, ji dervey wezîfeyên xwe disekine. CPT divê ji bo tunekirina tecrîda mutlaq a li Îmraliyê, pêkanînên pêwîst bike û raporên şandeya çavdêr a têkildarî vê yekê ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bike. Ev saziya ku di bin berpirsyariya konseya Ewropayê de ye, divê wezîfe û mîsyona xwe bi cih bîne û destûrê nede polîtîkayên Tirkiyeyê.

ZÊDEYÎ 20 HEZAR JINAN JI CPT’Ê RE NAME ŞANDIN

Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê me 19’ê Nîsanê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de kampanyaya ‘şandina nameyan a ji CPT’ê re’ da destpêkirin. Ji gelek welatan me bi tevlîbûna bi hezaran jinan ev kampanya bi rêve bir û temam kir. Me 3 mehan kampanyaya şandina nameyan domand û di vê çarçoveyê de zêdeyî 20 hezar jinan bi nameyên ku şandine wezîfeyên CPT’ê bi bîr xistin û bang lê kirin ku wezîfeya xwe bi cih bîne. Divê demildest tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û têkildarî rewş û tenduristiya wî rapor bê eşkerekirin. Em car din bang li CPT dikin ku wezîfeya xwe bi cih bîne. Yan wê li hemberî dîrokê hesab bide.

Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de em ê bi kampanya û çalakiyên nû dewam bikin. Em jin azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin û heta ku em vê yekê pêk tînin, em ê bê navber çalakiyên xwe bidomînin.

JINÊN KURD WÊ LI SER PIYAN BIN

Di heman demê de em ê li dijî êrîşên dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a faşîst bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê li ser xaka Kurdistanê dimeşîne, têkoşînê hîn geştir bikin. Dewleta Tirk a faşîst li aliyekî êrîşên dagirkeriyê pêk tîne, li aliyê din jî xaka Kurdistanê dide ber agir û bi vî rengî qirkirina ekolojîk pêk tîne. Gelê Kurd û jin wê mîna her car, îro jî li dijî van êrîşan li ser piyan be.

Li ser vî bingehî di serî de jin, em bang li hemû gelê xwe dikin ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de têkoşînê geş bikin û li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin.”