BI DÎMEN

‘Bi çand û hunerê re xweparastina jinê hat pêşxistin’

Endama Koordînasyona Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq diyar kir ku çand û huner nasname, ziman û hebûn e û got: “Bi çand û hunerê re xweparastina jinê hat pêşxistin.”

Endama Koordînasyona Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq li ser girîngiya xweparastinê ya ji bo çand û hunera jinê, têkoşîna wekheviya zayendî û xebatên çand û hunera jinê yên bi Şoreşa Rojava re pêk ketine, ji ANF’ê re axivî.

Çolaq, îşaret bi girîngiya xweparastinê ya ji bo çand û hunera jinê kir û wiha got: “Çand nasname, ziman û hebûna me ye. Tunebûna çanda gel an jî kesekî tê wateya ku xweparastina wan nîne. Gel û jinên ku nikarin çand û hunera xwe pêş bixin û ji nifşekî derbasî nifşekî din bikin, wê bêyî xweparastin bimînin. Hilgir û hebûna esas a çandê jin e. Jin ku kevirê bingehîna civakê ye dikare nasname, hebûn û zimanê xwe bi çanda xwe biparêze. Jinên ku xweparastina xwe ya çandî pêş nexin, nikarin tevkariyê li pêşketina civaka xwe bikin. Honandina çand û hûnerê ya bi destê jinê, dihêle ku civak bi cewherê xwe re bijîn. Nepêşketina xweparastina çandî tê wateya nepêşketina xweparastina civakê. Modernîteya Kapîtalîst ku bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re pêş dikeve, rasterast çanda gelan hedef digire û şerê bêçandkirinê dimeşîne. Heta ku xebatên çand û hunerê neyên kûrkirin, wê azadiya jin û civakê kêm bimîne. Jin bi çand û hunerê re dikare xwe bigihîne cewhera xwe.”

Çolaq bal kişand ser Şoreşa Rojava û wiha pêde çû: “Her çiqas Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê dengvedaye jî, weke şoreşeke çandî jî çêbû. Fealiyetên çand û hunerê di nava şoreşê de bi roleke girîng rabû. Modela ku bi Şoreşa Rojava re hat afirandin nû bû. Modernîteya kapîtalîst bi qirkirina çandî re civakê ji civakbûnê derxist. Civakê ji civakbûyînê re biyanî kir. Pergala kapîtalîst ku bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet jin û ciwanan hedef dike, bi polîtîkaya xwe ya bêçandkirinê dixwaze çanda gelan tune bike û neteweyekî yek tîp ava bike. Li derdoreke ku çanda gelan nebe, li wê derê ne pêkan e ku qala hunerê bê kirin. Gel bi çand û hunerê xwe re kevneşopiyên xwe parastin. Fealiyetên çand û hunerê eyneya civak, şoreş û heqîqetê ye. Eger îro bi rêya çand û hunerê vebûneke nû pêk nehatiba, dibe ku tiştên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin, tenê li vir sînordar maba, agahiya gelên cîhanê jê nebûya. Fealiyetên çand û hunerê ku eyneya heqîqetê ye, berxwedana gelan gihand cîhanê. Ji ber vê yekê çand û huner bûne pira şoreş û gelan.”

Mizgîn Çolaq anî ziman ku Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ji bo parastina dîrok û heqîqeta jinê şewq dide dîrokê û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Gelên xwedî bawerî, çand û zimanên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tîne ba hev û ji bo teşwîqkirina çanda civaka komînal û azadiya jinê serî li rêbazên hunerî dide. Hîlala Zêrîn ku ji bo jin bi reng û vîna xwe jiyaneke azad ava bikin fealiyetên xwe didomîne, xwe dispêre Tevgera Çanda Kevana Zêrîn ku di sala 2016’an de li Qamişloyê xwe birêxistin kir. Navê Hîlala Zêrîn bi biryara konferansa di sala 2020’an de hate dayîn. Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ku li 7 kantonan xwe birêxistin kiriye, li navendên navçeyan gelek xebatên çandî dimeşîne; weke muzîk û amûrên muzîkê, şano, folklor û wêne. Bi avakirina komên fîlm-sînema û studyo jî gavên girîng avêt.”

Çolaq bal kişand ser xebatên Hîlala Zêrîn û wiha got: “Hîlala Zerîn li her derê ku jin lê hebe ye. Ji bo parastina çandê pêwîstî bi jinê heye. Parastina çandê bi jinên rêxistinkirî re pêkan dibe. Em ji nêz ve bi hemû çalakiyên komên girêdayî Hîlala Zêrîn eleqeder dibin, lê tenê bi vê re sînordar namînin. Weke Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn hedefa me ya ewil ew e ku em li hemû bajaran xwe bigihînin jinan. Jinên bêyî rêxistin û perwerde tê wateya civak bêyî rêxistin û perwerde be.”

Çolaq wiha bi dawî kir: “Di nava civakê de cih û sînorên jinê ji aliyê zîhniyeta baviksalarî ve hatibû xêzkirin. Jin nikaribû ji mala xwe derkeve. Heta di nava malê de jî sinor jê re hatibû danîn. Nikari bû sînoran derbas bike. Jinên ku hewl dida sînoran derbas bikin, ji aliyê civakê ve nedihatin hezkirin. Jin di nava civakê de kevirê bingehîn ava dikir, lê rêza dawî ya civakê. Li dijî zîhniyeta serwer a mêr têkoşîneke mezin hat kirin. Jina ku xweparastina wê pêş ket, rola pêşengiya civakê dîsa bi dest xist û di fealiyetên çand û hunerê de çalak bû. Jinên ku ji hemû qadên jiyanê bêpar dihatin hiştin, ji perwerde heta tenduristiyê, aborî, çand û hunerê cihê xwe girt. Jinên bêyî xweparastin rastî her curê êrîşan tê. Bi çand û hunerê re jî xweparastina jinê hat pêşxistin, wekheviya zayendî pêk hat.”