Kongra Star li dijî dagirkeriya Tirk daxuyanî da

Meclisa Kongra Star têkildarî binpêkirinên mafên mirovan û tundiya li ser jinan ên li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, daxuyaniyek weşand.

DAXUYANIYA KONGRA STAR

Meclisa Kongra Star têkildarî rewşa li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi polîtîkayên ku li herêmên dagirkirî têne kirin û hate gotin: "Li herêmên ku ji aliyê Tirkiye ve hatine dagirkirin li dijî mirov, xweza û zindiyan binpêkirinên herî hovane têne kirin. Dewleta Tirk a ku Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de dagir kiriye sûcên şer dike, da ku xelkê wê yên xwecih koçber bike û di encamê de guhertina demografîk pêk bîne."

Di daxuyaniyê de der barê sûcên ku li dijî jinan jî têne kirin de jî wiha hat gotin: "Beriya dagirkirina Efrînê jinan mafên xwe bi dest xistibûn, lê bi dagirkeriyê re tevahî rewş hat guhertin; bi hezaran binpêkirinên wekî tundî, destdirêjiya fîzîkî û derûnî, dizî, girtinên kêfî, destavêtin û kuştin li dijî jinan tên kirin. Ev binpêkirin heta roja me ya îro dewam dikin. Di vê mehê de careke din binpêkirina mafê jiyanê di kesayeta jina efrînî Zuluxa Îsa Sîdo ya ji gundê Meydankî de hat Kirin. Zuluxa Îsa Sîdo di encama qezayeke plankirî ya bi wesayiteke leşkerî de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.  Dewleta Tirk ev sûcê bêexlaq jî di bin zextên rasterast ên saziyên ewlehiyê yên girêdayî wê de vedişêre."

Di dawama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Efrînê qurbaniya yekem jin e ku bi awayekî sîstematîk tê tasfiyekirin.

Di daxuyaniyê de ji bo rêgirtina sûcên ku li dijî jinan li herêmên dagirkirî têne kirin banga hevgirtinê li hemû kesayet û rêxistinên jinan hat kirin. Her wiha bang li saziyên ragihandina azad hat kirin ku sûcên li herêmên dagirkirî têne veşartin belge bikin. Hate gotin "Dem dema derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmê ye."