‘Divê pêvajoyek siyasî ku dengê hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne bê avakirin’

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barro û Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock ên piştî hevdîtinên xwe yên li Şamê daxuyanî dan û banga aştiyek ku hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û hempîşeya wî ya Elman Annalena Baerbock li Şamê bi Serokê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El Şeri re hevdîtin kirin. Wezîran daxuyanî da û girîngî da beşdarkirina hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya ji nû ve avakirina dewletê de.

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock piştî hevdîtinê daxuyanî da çapemeniyê û got: "Divê êdî diyalogeke siyasî ku hemû pêkhateyên qewmî û olî, hemû welatiyan, ango jinên vî welatî di nav xwe de dihewîne bê avakirin."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot di civîna li gel nûnerên saziyên sivîl de got, "Divê çareseriyeke siyasî bi hevkarên Fransayê, Kurdan re were pêkanîn da ku ew di pêvajoya siyasî de beşdar bin.”