Rojnamevanên jin êrîşa li Şengalê şermezar kirin

MGK’ê êrîşa ku li Şengalê li dijî kedkarên Çapemeniya Azad hatî kirin, şermezar kir.

Di 8’ê tîrmeha 2024'an de êrîş li dijî wesayita kedkarên Çapemeniya Azad ên Êzidxana Şengalê pêk hat. Di vê êrîşê de nûçegîhana Çira TV'yê Medya Hesen, nûçegîhanê Çira FM'ê Mirad Mîrza û kedkarê bi navê Xelef Xidir jî birîndar bûn. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Em weke kedkarên çapemeniya azad, rastiyan di nava her şert û mercan de diparêzin û em ê her bibin dengê gelê xwe.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 8'ê Tîrmeha 2024'an de êrîş li dijî wesayita kedkarên çapemeniya azad ên Êzidxana Şengalê pêk hat. Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Di vê êrîşê de nûçegîhana Çira TV'yê Medya Hasan, nûçegîhanê Çira FM'ê Mirad Mîrza û kedkarê bi navê Xelef Xidir jî birîndar bûn. Ev êrîş gefxwarineke cidî ya li dijî azadiya çapemeniyê û mafê girtina nûçeyan a gel e.

Êrîşên bi vî rengî yên li dijî kedkarên çapemeniya azad astengkirina girtina agahiyê ya gel e. Ev êrîşane tenê kedkarên çapemeniyê nake hedef di heman demê de jî mafê girtina agahiyan xesp dike. Em ji bo hempîşeyên xwe yên birîndar bûne şifayê dixwazin. Em daxwaz dikin ku bersûcên van êrîşana li pêş edaletê hesab bidin.

Em di serî de bang li Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) û hemû rêxistinên mafê mirovan û rojnamegeran dikin ku xwedî li kedkarên çapemeniya azad derkevin. Em wekî kedkarên çapemeniya azad rastiyan di nava her şert û mercan de diparêzin û em ê her tim bibin dengê gelê xwe."