Jinên ciwan: Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin

Çalakiya 4 rojan a ku jinên ciwan li Strasburgê dabûn destpêkirin bi govend û stranên herêmî bi dawî bû. Ciwanan diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were ew ê têkoşînê bidomînin.

Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Jinên Ciwan ên Enternasyonal, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 4 rojan rêzêçalakî dabûn destpêkirin. Rêzeçalakî bi stranên herêmî û gerandina govendê bi dawî bû. Di rêzeçalakiyên ku di nava rojê de li Qada Kleberê hatin lidarxistin de paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hemû gelan, bawerî û jinan di bin sîwanekê digihîne hev û wan azad dike, hate nîqaşkirin.

Komên Îtalî, Baskî, Kurd û Elman hemwext hunerên xwe pêşkêş kirin û ji bo balê bikşînin ser paradîgmaya yekîtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dora "Dara Jiyanê" kom bûn û govend gerandin.

Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî govendê da. Ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Liberte pour Ocalan" dawî li govendê anîn.

Dawiyê çalakvanan stranên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandibûn û çêkiribûn bi hev re gotin. Dema ku kilam dihat gotin, portreya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat çêkirin.

Di xebatên girseyî ya bi broşur û belavokan de hate destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst ên kûr, alternatîfeke girîng e. Her wiha hate diyarkirin ku sedema bingehîn a tecrîda mutleq ji bo astengkirina fikrên Rêberê Gelê Kurd e. Di çalakiya girseyî de hate gotin ku jin pêşengên paradîgmaya konfederalîzma demokratîk in, soz dan ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were wê têkoşînê bidomînin.