Li Meletiyê mêrekî hevser, keç û neviya xwe qetil kir

Li navçeya Erxevanê ya Meletiyê kesê bi navê Îsmet Budak, hevsera xwe Songul Budak, keça wê Cansû Aslan û neviya xwe Bulem Aslan qetil kir.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, kesê bi navê Îsmet Budak ê 61 salî li navçeya Erxevan a Meletiyê hevsera xwe Songul Budak û keça wê Cansu Aslan (33) û neviya xwe ya 5 salî Bulem Aslan qetil kir. 

Kujer Budak piştre jî hewl da xwe bikuje. Komên tenduristiyê cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî. Kujer Budak jî bi birîndarî rakirin Nevenda Tipê ya Turgut Ozal.

HER MEH BI DEHAN JIN TÊN QETILKIRIN

Ji ber sîstema bêcezakirinê ya dewleta Tirk, her meh bi dehan jin û zarok ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Ajansa nûçeyan a jinan JINNEWS’ê ve hatiye ragihandin, di meha Hezîranê de herî kêm 37 jin ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dane. Li gorî çeteleya mehane 7 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. JINNEWS'ê ragihand ku di meha Gulanê de ji ber tundiya mêr 34 jin û 8 zarok hatine qetilkirin û 18 jin û 2 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di meha Nîsanê de jî herî kêm 30 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Li gorî Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, tenê di sala 2023'yan de herî kêm 315 jin hatine qetilkirin û ji van 248 jin bi awayekî bi guman mirine. Lê li aliyê din JINNEWS’ê ragihandibû ku di sala 2023'yan de herî kêm 320 jin hatine qetilkirin.