BI DÎMEN

Sozdar Dêrik: Ji her êrîşê re wê bersiva me zelal be

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ-QSD’ê Sozdar Dêrik wiha got: “Em ê li hemberî ti êrîşa ku li dijî civaka me û herêma me hatî kirin, bê helwest nemînin. Tenê divê em ji gelê xwe bawer bikin.”

KONFERANSA 4’EMÎN A YPJ’Ê

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ-QSD’ê Sozdar Dêrik têkildarî Konferasa 4’emîn a YPJ’ê ji ANF’ê re axivî.

Sozdar Dêrik wiha got: “Navbera 30’ê Hezîranê û 2’yê Tîrmehê me Konferansa 4’emîn a YPJ’ê lidar xist. Me konferansa xwe ya destpêkê di sala 2013’an de, konferansa xwe ya duyemîn jî di sala 2019’an de lidar xistibû. Me konferansa xwe ya sêyemîn jî di sala 2022’yan de lidar xist. Îsal jî me konferansa xwe ya 4’emîn lidar xist. Destpêkê ez vê konferansa me diyarî Rêber Apo, hemû kesên ku di şoreşên li Kurdistanê û hemû şoreşên li Rojava de şehîd bûne, dikim. Ji ber ku hemû xebatên me yên roja îro, encama keda wan hevalan e. Ez diyarî hemû gelên welatparêz û yên ji bo azadiyê têkikoşin, jinan û bi taybetî jî dayikan dikim.”

‘JIYANA AZAD TÊ HEDEFGIRTIN’

Sozdar Dêrik ev nirxandin kir: “Îro li Rojhilata Navîn û cîhanê sîstem û artêşên ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatine avakirin, her tim li ser bingehê teslîmgirtina îradeya gelan hatine avakirin. Weke YPJ me destpêkê weke hêzeka parastinê ya çekdarî xwe rêxistin kir. Weke Yekîneyên Parastina Jin bi hêzeke xurt a ku ji hemû pêkhateyên gel jinan di nav de cihê xwe girt, em di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de bûn xwedî rol. Di vî warî de Şoreşa 19’ê Tîrmehê weke şoreşa jinê hate pênasekirin. Li ser vê bingehê me konferansa xwe ya 4’emîn bi şîara ‘Em ê bi hêza jina azad şoreşa jinê û welatê xwe biparêzin, azadiya Rêber Apo pêk bînin’ lidar xist. Tevlîbûneke xurt ji konferansê re hebû. Cara yekem me demeke qasî 3 rojan, jê re veqetand.”

Sozdar Dêrik destnîşan kir ku bi salane ew li dijî hêzeke terorê ya ku dijminê mirovahiyê ye, têdikoşin û wiha pêde çû: “Em ne hêzeke bi vî rengî ne ku timî rû bi rûyê êrîşê dimînin û em ne tenê di pozîsyona xweparastinê de ne. Helbet em êrîşê xaka ti kesê yan jî ti gelekê nakin. Lê belê divê em xweparastinê bikin heralî, li dijî her cure êrîşê divê em xwe rêxistin û xurt bikin. Hemû pêkhateyên gelan ên li ser vê xakê dijîn, Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û gelan kedek mezin dan û berdêlên giran dan. Îro dema em lê dinêrin, li dijî berxwedêran êrîşeke tund heye. Tu li aliyekî li dijî DAÎŞ’ê têdikoşî, li aliyê din te bi terorîzmê pênase dikin. Ev pênase bi temamî pênaseyeke li dijî gelan e. Raya giştî ya cîhanê jî divê li hemberî vê yekê bi hestiyar be. Weke gel û weke jin tenê divê em ji xwe bawer bikin. Em xwîna hevalên xwe yên şehîd li erdê nehêlin. Xakên me yên dagirkirî, berdêla wê çi dibe bila bibe wê were azadkirin.”

‘NE TENÊ LEŞKERÎ, WÊ BI RÊXISTINBÛNA FELSEFÎ Û ÎDEOLOJÎK JÎ BÊ MEZINKIRIN’

Sozdar Dêrik diyar kir ku ber bi avabûneke jinûve diçe û wiha got: “Weke YPJ bi biryara avabûna jinûve re gava destpêkê hate avêtin. Ji ber ku ev demek dirêje, em di nava şerekî dijwar de ne. Lê helbet şer tenê bi çekdarî nayê dayîn. Divê em xwe di warê îdeolojîk, xurtkirina perwerdeyên akademîk, weke felsefî û bîrdozî di akademiyan de dîroka xwe, dîroka gelan, xaka xwe, jiyana azad û çandê esas bigirin. Bi vê yekê re naskirina dijminê xwe yê esas girîng e. Helbet divê em xwe di aliyê leşkerî de jî nû bikin. Weke YPJ guhertin û pêşketinên pêwîst, çi bin wê li ser bê rawestîn. Helbet ne pêwîst e em qala hemû hûrgiliyên vê yekê bikin, lê hat nîqaşkirin ku bi rengekî herî baş û rast çawa dikarin şer bikin û li ber xwe bidin.

Di konferansa me de ji bo ku gel û jin hîn baştir bên rêxistinkirin jî planên me çêbûn. Armanca me ya esas em bi gelê xwe re hem xwe û hem jî gelê xwe biparêzin. Em xwe tenê weke hêzeke parastina xakê pênase nakin. Berevajî, hem ji derve hem jî di nava civakê de li ku derê dibe bila bibe li dijî her cure êrîş, zext û zordariya li ser gel, jinan û jinên ciwan, wê sekna me ya xurt a îdeolojîk û leşkerî hebe. Lê ev wê bi rengekî zanistî be. Di pêvajoyên li pêşiya me de wê ev yek pêk were. Em ê li dijî her cure nêzîkatiya ku li dijî civaka me û herêma me tê kirin, bêdeng û bêhelwest nemînin. Em ê vala jî neaxivin. Ji vî alî ve biryardariya me zelal e. Weke pratîkî, weke fedekarî çi ji me tê xwestin em ê bikin. Êdî sedsala zihniyeta dewletparêz, netew dewletan temam dibe. Lewma ew jî car din ji bo parçekirina gelan di nava hewldanê de ne. Dixwazin îradeya gelan têk bibin. Ji bo ku desthilatdariya jinûve saz bikin, çi pêwîst be pêk tînin. Di vî warî de em fêm dikin ku gelê me jî di vê zanebûnê de ye. Em dizanin ku wê beşdarî van pêngavên tên rêxistinkirin, bibin. Weke Fermandariya YPJ’ê em car din ber bi avabûneke jinûve çûn. Me di nava xwe hilbijartin kirin. Em ji hemû hevalên xwe yên di nava van xebatan de cih digirin re jî serketinê dixwazin. Weke fedayiyên hemû gelên li ser vê xakê dijîn, em ê xebat û berxwedana xwe bidomînin.”