JIN
Hemû Nûçe
-
Polîsên Tirk êrîş birin ser jinên ku tecawîz şermezar kirin
Jinên TJA'yî li Wanê tecawiza li Kercosê ya polîs, leşkerên Tirk û cerdevanan a li zarokeke biçûk şermezar kirin, polîsên Tirk êrîş bire ser jinan. -
Dayikan ji bo aştiyê çarikên xwe avêtin
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Izmîrê li dijî provakasyonên PDK'ê ku rê li sedema şerê navxwe vedike çarikên xwe yên spî avêtin. -
Deklarasyona Mafê Jinan a 2020'an
Gelek rêxistinên jinan Deklarasyona Mafê Jinan a 2020'an weşandin. -
Dewlet dev ji tecawîzkaran berda kete pey nûçeyê!
Dewleta Tirk li şûna bikevin pey hêzên xwe yên tecawizkar a li Kercewsê, ketin pey nûçeyê. -
Li ser torên dîjîtal nerazîbûn nîşanî tecawiza li Kercewsê hate kirin
Ji ber ku li Kercewsa Êlihê peywirdarên dewletê êrîşên zayendî li zarokekê kirin, li ser torên dîjîtal ên civakî nerazîbûn hate nîşandan. -
Li Erziromê 3 jin hatin qetilkirin
Li Erziromê mêrê bi navê Racî Arslan, hevjîna xwe û du keçên xwe bi çekê qetil kir. -
Li Dusseldorfê ji bo kampanyaya TJK-E'yê stand
Li Dusseldorfê ya Elmanyayê ji bo kampanyaya, ''Ji bo darizandina dîktator were darizandin 100 sedem'' ku TJK-E'yê 25'ê Mijdarê dabû destpêkirin îmze hatin komkirin. -
Di medyayê de cih nayê dayîna jinê
Li gorî lêkolîneke ji aliyê Wexfa Bîll û Melînda Gatesê ve hate kirin, li qada kurewî di saziyên medyayê de cihdayîna jinê pir zeîf e. -
Jinên girtî: Daxwaz azadiya Rêberê me ye
Jinên girtî yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di greva birçîbûnê de, peyama “Daxwaz azadiya Rêberê me ye” dan. -
Li Konyayê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Beyşehîr a Konyayê mêrê bi navê Sebrî Çîçek hevjîna xwe Ece Çîçek qetil kir. -
Carekî din Jinnews hate astengkirin
Navnîşana înternetê ya malpera Jinnewsê carekî din hate astengkirin. -
Bi ser koxuşên jinan de girtin
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Gebzeyê gotin qerdiyan bi hinceta 'sehkirinê' vîrûs di wan gerandine, bi zorê ser Mizgîn Aydin a di girêva birçîbûnê de, seh kirine. -
Li Wêranşarê mirina 2 jinan a bi guman
Di rojên dawî de li Wêranşarê hate îdîakirin ku 2 jinan întixar kiriye. Yek ji jinan jiyana xwe ji dest daye. -
6 sal û 3 meh ceza li nivîskar Deryaspî hate birîn
6 sal û 3 meh ceza li nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî hate birîn. -
Başaran: Roj roja berxwedanê ye
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku her roj li dijî êrişên zilam û dewletê roja têkoşînê ye û got: “Têkoşîna me wê siyaseta tecrîd û şer were pûçkirin.'' -
Dayikên Aştiyê geşedanên li Başûr protesto kirin
Dayikên Aştiyê kesên dixwazin li Başûrê Kurdistanê şerê birakujiyê pêk bînin, protesto kirin. -
Di meha Mijdarê de bi kêmanî 29 jin hatine qetilkirin
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin ragihand ku di meha Mijdarê de bi kêmanî 29 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. -
Rêxistinên Jinan: Li Iraqê qanûnek nîne mafê jinan biparêzin
Nûnerên saziyên jinan bal kişand ser bêmafiya li jinê tê kirin û anî ziman ku hişmendiya mêrsalar li ser parlemento û dadgehên Iraqê serwer e, ji bo vê jin nikarin li Parlementoya Iraqê weke jin bi rola xwe rabin. -
Li Bûrsayê jinek mirî hate dîtin
Li Bûrsayê jina bi navê Nûray E. li mala hevalê xwe Yûsûf A. bi şêweyek bi guman mirî hate dîtin. -
Li Edîrneyê jinek hate qetilkirin
Li Edîrneyê Mehmet Emîn Karaaslan jina bi navê Nîlay Karaaslan qetil kir. Hate diyarkirin ku li ber berdanê bûn. -
Newaya Jin: Dîktator tê darizandin!
Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jinê gihîşt ber destê xwendevanan. Rojnameyê kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" kir manşet, ku di 25'ê Mijdarê de ji aliyê TJK-E'yê ve hate ragihandin. -
TJA’yê ji bo grevên birçîbûnê bang kir
TJA’yê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got, “Divê em piştgiriyê bidin girtiyên azad.” -
Rêveberê CHP’ê ji ber êrîşa zayendî hate girtin
Alîkarê Serokê Rêxistina CHP’ê ya Maltepeyê Ûmût Karagot ji ber êrîşa zayendî biriye ser jinekê hate girtin. -
Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê ti carî serî li ber zilmê netewînin
Meclîsa Jinan a HDP'ê nerazîbûn nîşanî êrişên li dijî girtiyan da û destnîşan kir ku ne li girtîgehan ne jî li derve wê ti carî serî li ber zilmê netewînin. -
Li Strasboûrgê jin li dijî şîddeta mêran û dewletê meşiyan
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi wesîleya ‘Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê’ meşiyan û mîtîngek li dar xistin.