Dayikên Aştiyê geşedanên li Başûr protesto kirin

Dayikên Aştiyê kesên dixwazin li Başûrê Kurdistanê şerê birakujiyê pêk bînin, protesto kirin.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê, derbarê gengeşiya li Başûrê Kurdistanê, li avahîya HDP’ê ya Geverê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê dayikan Gulçîn Karabûrk axivî û diyar kir ku ew aştî, biratî û aramiyê dixwazin û wiha got: “Em li vir bangî Mesût Barzanî dikin; bi destê birayên xwe bigire dawî li şer bîne. Tu feydeya şer ji kesî re tuneye. Li ku dera dinyayê şerê biratiyê hatiye dîtin. Feydeya dijminahiyê ji tu kesî re tuneye. Em ê destûrê nedin vî şerê birakujiyê. Heta ku em hebin em ê ji bo aştiyê têbikoşin.”

Piştî daxuyaniyê dayikan laçikên xwe avêtin û peyam dan ku wê destûrê nedin şerê birakujiyê.