Polîsên Tirk êrîş birin ser jinên ku tecawîz şermezar kirin
Jinên TJA'yî li Wanê tecawiza li Kercosê ya polîs, leşkerên Tirk û cerdevanan a li zarokeke biçûk şermezar kirin, polîsên Tirk êrîş bire ser jinan.
Jinên TJA'yî li Wanê tecawiza li Kercosê ya polîs, leşkerên Tirk û cerdevanan a li zarokeke biçûk şermezar kirin, polîsên Tirk êrîş bire ser jinan.
Polîs, leşkerên Tirk û cerdevan jî di nav de ji hêla 27 kesan ve tecawiza li zaroyeke biçûk a li Kercosa Êlihê li Wanê ji hêla jinên TJA'yî ve hate şermezarkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç û rêveberên HDP'ê jî destek dane çalakiya ku dihate xwestin li ber avahiya HDP'ê were kirin.
Polîsên Tirk dora avahiyê pêçan, gotin ew ê destûr nedin ku tecawiz were şermezarkirin, dijûn li Sarisaç kir.
Li gel terora polîsan Tirk jî girseyê dema ku xwe hazir kir ku tecawizê şermezar bike, polîsên Tirk bi jopan êrîş anî.
Dema êrîşê polîsan li nûçegihanên JinNewsê û Ajansa Mezopotamyayê dan û ew ji qadê dûr xistin.
Polîsan xwestin ku kamera û mekîneyên wênegir jî desteser bikin.
Girse he jî li ber avahiya HDP'ê sekiniye.