Li Wêranşarê mirina 2 jinan a bi guman

Di rojên dawî de li Wêranşarê hate îdîakirin ku 2 jinan întixar kiriye. Yek ji jinan jiyana xwe ji dest daye.

Hat îdîakirin ku li Taxa Kişla ya girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê, jinekê hewl da întixar bike. Jina xwest întixar bike, duh bi şev saet 22.30'an xwe ji qata duyemîn a malê avêt û bi giranî birîndar bû. Welatiyên derdorê agahî dan nexweşxanê, lê tîmên tenduristiyê berî ku bigihin cihê bûyer, wesayîteke sivîl jina ciwan rakir nexweşxaneyê.

Li aliyê din, hat îdîakirin ku jina ciwan Bêrîvan Başim di 2'yê Kanûnê de, li Taxa Akbûlût a Wêranşarê bi çekê întixar kiriye. Bêrîvan Başim bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da û têkildarî mirina wê ti agahî nehatin bidest xistin. Hat hînbûn ku malbatê xwestiye Başim, bi zorê bide zewicandin.