Başaran: Roj roja berxwedanê ye

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku her roj li dijî êrişên zilam û dewletê roja têkoşînê ye û got: “Têkoşîna me wê siyaseta tecrîd û şer were pûçkirin.''

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û rojeva jinan nirxand.

Başaran da zanîn ku wan 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê li pey xwe hiştine û wan di ji bo vê rojê di 7’ê mijdarê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyê start dane û bi dirûşma “em li dijî tundiya zilam-dewlet di têkoşînê de ne” ji bo girîngiya 25’ê Mijdarê şahî û çalakiyan li dar xistin e.

Başaran bi bîr xist ku di meha mijdarê 29 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin û 10 jin bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Başaran diyar kir ku îqtîdara AKP’ê li ser hejmara kuştin û tundiyê manîpule dike û jinan dike armanc û ew carek din li dijî her cûre tundî û êriş û kuştinan banga “Plana Çalakiyan a Lezgîn” li jinan dikin.

Başaran destnîşan kir ku jin di serdemek krîz û şerên mezin de derbas dibin û got: “Mixabin zarokên kurd û zarokên din ên cîhanê bi hovîtiyek mezin re rûbirû ne. Hêj çend roj berê li Colemêrgê zarokek kurd Ozcan Erbaş ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Mixabin her tim zarokên kurd bi ‘guleyên berdidin hewa’ tên kuştin û ev gule para zarokên me ne. Di bûyerên Ceylan Onkul, Muhammed û Fûrkan de jî wisa bû. Kemal Kûrkût li ber çavê dinyayê hat qetilkirin. Îpek Er bi destidirêjiyê re rûbirû hat hiştin. Pir ne dûr e hêj gotina Erdogan a ‘Jin be jî zarok be jî çi pêwîst be divê were kirin’ di kerika guhên me de ye. Îqtîdar hemû kuştin, tevkujî û êrişan bi destê darazê bi polîtîkaya bêcezakirinê diniximîne. Em di pêvajoyek ku kuştin û tundiyê asayî dikin de derbas dibin.”

Başaran bal kişand ser zext, binçavkirin û girtinên li dijî HDP’iyan pêk tên û got: “Di hefteyekê de hezar kes hatin binçavkirin. Dixwazim behsa Hevşaredara me ya Cizîrê Bêrîvan Kûtlû bikim. Bêrîvanê ji roja hatiye bijartin heta niha 4 caran hatiye binçavkirin. Îqtîdar bi van zext û binçavkirinan ji me re dibêje ‘welat terk bikin.’ Gef û gûrên wan ji ser me kêm nabin.”

Başaran bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li girtîgehan ku li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin û got: “Di 27’ê Mijdarê de li gelek girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê li dijî tecrîd û şert û mercên girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Li Girtîgeha Kandirayê bi ser qawîşên hevalên me jin ve hat girtin û xwestin bi vî awayî bersiva çalakiya greva birçîbûnê bidin. Di heman demê de ev grevên birçîbûnê li dijî zextan û polîtîkayên şer û tunekirinê ye. Heta ku siyaseta tecrîd û şer were meşandin, wê welat di nava krîzên mezin de be. Li girtîgehan sepanên dij mirovane tên kirin. Em carek din dibêjin demildest dev ji van sepanên dijhiqûqî û dijmirovî berdin.”

Başaran destnîşan kir kku jinan li dijî her cûre êriş û tundiyê dest ji têkoşîna xwe bernedane û wiha got: “Her roj li dijî tundiya zilam û dewletê roja têkoşînê ye. Her roj li dijî ji holê rakirina faşîzmê roja têkoşînê ye. Roj roja berxwedana li dijî pergala serdest a zilam û dewletê ye. Dev ji van êrîşên li dijî jinan û zilamtiya xwe berdin. Wê jin dest ji têkoşîna xwe bernedin û gavek jî jê paş ve neavêjin. Em ê li dijî tecrîd û sepanên dijmirovane yên li girtîgehan têkoşîna xwe berdewam bikin. Têkoşîna jinan her dem serkeftî bûye. Em ê bi piştevanî û rêxistinbûyîna jinan van êrişan pûç bikin.”