Li Edîrneyê jinek hate qetilkirin

Li Edîrneyê Mehmet Emîn Karaaslan jina bi navê Nîlay Karaaslan qetil kir. Hate diyarkirin ku li ber berdanê bûn.

Li Edîrneyê Mehmet Emîn Karaaslan bi demançeyê jina bi navê Nîlay Karaaslan qetil kir û piştre xwest xwe bikuje. Hate diyarkirin ku li ber berdanê bûn.

Tîmên tendirustiyê dema ku katin qada bûyerê dîtin ku Nîlay Karaaslan jiyana xwe ji dest daye.

Mehmet Emîn Karaaslan jî rakirin nexweşxaneyê.