Bi ser koxuşên jinan de girtin

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Gebzeyê gotin qerdiyan bi hinceta 'sehkirinê' vîrûs di wan gerandine, bi zorê ser Mizgîn Aydin a di girêva birçîbûnê de, seh kirine.

Girtiyên PKK'yî û PAJK'î 27'ê Mijdarê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girêva birçîbûnê dabûne destpêkirin.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M'yê ya Gebzeyê bi rêya telefonê binpêkirina mafan ji malbatên xwe re gotin.

Girtiyan diyar kirin ji ber vîrûsa koronayê ew nikarin qadên hevpar bi kar bînin, di navbeyna koxuşan de têkilî hatiye astengkirin.

Girtiyan her wiha gotin bi biryara Dadgeriya Ceza ya Silhê ya 2'yan bi 40 qerdiyanî bi ser çar koxuşan de girtin.

Her wiha diyar kirin 27'ê Mijdarê dema ku bi ser koxuşan de girtin dest li ser firaxên wan ên taybet danîn, bi navê tevdîrên hêla koronayê ser wan seh dikin, dest li ser rojnivîs, albûm û pirtûkan jî datînin.

Girtiyan her wiha gotin ser girtiya bi nexweşiya pençeşêrê Mizgîn Aydin jî danîne, Aydin di girêva birçîbûnê de ye.

Girtiyan gotin du girtî bi vîrûsa korona ketine, bi ya wan qerdiyanan ev vîrûs di wan gerandine.

Girtiyan diyar kirin ji bo ku vîrûsê di wan bigerînin bi ser koxuşan de digirin û got, ''Şertên me pir kambax in, lê dengê me nayê bihîstin. Em ê vê tecrîdê bişkînin, bi ser bikevin. Heta dawiyê em ê girêva birçîbûnê bidomînin.''