Di meha Mijdarê de bi kêmanî 29 jin hatine qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin ragihand ku di meha Mijdarê de bi kêmanî 29 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Mijdarê eşkere kir û ragihand ku di vê mehê de bi kêmanî 29 jin hatine qetilkirin, 10 jinên bi guman mirî hatine dîtin.

Di raporê de ev agahî hatin dayîn: “Ji 29 jinên hatine qetilkirin 15 sedemê kuştina wan nehatiye tesbîdkirin. 1 ji ber krîza aborî, 13 jî ji ber xwestine ji hev veqetin, redkirina ji hev veqetînê, redkirina zewicînê, redkirina tektina têkiliyê û têkildarî jiyana xwe xwestine biryar girtinê hatine kuştin. Mirina 15 jinan a sedemê wê nehate zanîn, encama nedîtina tundî û cînayetên li ser jinê ye.”

Di dewama raporê de ev hate gotin: “Heta ku jin ji aliyê kê ve hatiye kuştin û sedemê mirina wê neyê tesbîdkirin, darezînek bi edalet neyê kirin, heta ku sucên devjêveber ji bo bersûc û qatilan neyê dayîn, tedbîrên pêşîlêgir neyên girtin, wê asta şidetê bê guhertin û dewam bike.”

 Li gorî daneyên platformê ji serê salê û heta niha bi kêmanî 275 jin ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin. Di nava vê bîlançoyê de mirina bi dehan jinan a bi guman jî heye.