Rêxistinên Jinan: Li Iraqê qanûnek nîne mafê jinan biparêzin

Nûnerên saziyên jinan bal kişand ser bêmafiya li jinê tê kirin û anî ziman ku hişmendiya mêrsalar li ser parlemento û dadgehên Iraqê serwer e, ji bo vê jin nikarin li Parlementoya Iraqê weke jin bi rola xwe rabin.

Nûnerên saziyên jinan li Kerkûkê bal kişandin ser astengiyên li pêşiya jinan, nebûna hiqûqek ku bikare mafê jinan xw zaroka li Iraq biparêze. Her wiha nûnerên jin rexne li jinên ku endamên Meclîsa Nûnerên Iraqê ne jî kir ku weke pêwîst nakevin nava hewldan û rola jinê li Meclîsa Nûnerên Iraqê diyar bikin; ji bo vê yekê ye ku jin nikarin mafê xwe yên navneteweyî biparêzin, di nava civakê û malê de tundî li ser tê kirin.

‘MAFÊ JINAN DI DESTÛRA BINGEHÎN A IRAQÊ DE NEHATIYE DIYARKIRIN’

Berpirsa Yekîtiya Jinan a Baskê Kerkûkê Jiyan Hemîd axivî û bal kişand ser astengiyên ku saziyên jinan kar ji bo mafê jinê dike û got: “Dema ku sazî ji bo parastin û bidestxistina mafê jinan dibin astengiyên pir mezin tên pêşberî wan. Sedemê vê jî ji ber ku li Destûra Bingehîn a Iraqê de nehatiye diyarkirin. Ev jî sedemek mezin û esasî ye ku em saziyên jinan nikarin bergiriyê ji bo mafê jinê bikin, dîsa jinên ku pêwîstiya wan bi alîkarî û parastinê heye.”

‘NEBÛNA NAVENEKE JINAN A XWE LÊ STRÎNÊ JÎ DIBE SEDEMÊ MIRINA BI DEHAN JINAN’

Hemîd diyar kir ku nebûna navendeke ya stirînê ya jinan jî dibe yek ji sedemê mirina bi dehan jinî. Hemîd anî ziman ku bi dehan jin têkilî li gel wan daniye, lê ji ber nebûna navendeke ya jinê ku bikarin alîkarî li gel bikin, gelek jin hatine qetilkirin, hinekan jî bi xwe dawî li jiyana xwe anîn. Hemîd got ew dixwazin pirsgirêkên jinan çareser bikin, lê ji ber pirsgirêkên wiha nikarin bi bandor rol bilîzin û pirsgirêkan çareser bikin.

‘HIŞMENDIYA MÊRSALAR LI PARLEMETO DADGEHÊN IRAQÊ SERWER E’

Parêzera mafê jinan Çîmen Ehmed Xûrşîd bal kişand ser wê yekê ku li Iraqê qanûnek ji bo mafê jinan nehatiye danîn û got: “Yek ji sedemek mezin li pêşiya parêzgarîkirina rêxistinên mafê jinan ew e ku li nava Destûra Bingehîn a Iraqê de nebûna qanûnek li hember tundiya li nava malê ya li ser jinê ye. Ji sala 2005’an ve em hewl didin ku qanûn li dijî tundiya li nava malê ya li ser jinê li parlementoyê bê qebûlkirin, lê mixabin heta niha Meclîsa Nûneran a Iraqê ev yek qebûl nekiriye. Sedemê vê yekê jî ew e ku hişmendiya mêrsalar li Parlemetoya Iraqê û Dadgehên Iraqê serwer e.”

Parêzer Xûrşîd  anî ziman ku qanûnên li dijî tundiya li jinê ya li Destûra Bingehîn a Iraqê kêm û kevin in.

‘JIN NIKARIN LI PARLEMENTOYA IRAQÊ BI ROL BIN’

Xûrşîd diyar kir ku neqebûlkirina qanûna li dijî tundiya li jinê ya li nava malê ya li Parlemetoya Iraqê weke du sedemên ku bandora olî ya li Iraq û dîsa bi qasî pêwîst jin li parlementoyê rola xwe ranabin.

‘DI NAVA CIVAKÊ DE ÇANDA EŞÎRÎ JI SÎSTEMA HIKÛMETÊ ZÊDETIR DI MERYETÊ DE YE’

Berpirsa Nivîsîngeha Saziya Hêviya Iraqê ya Kerkûkê Sirûd Ehmed jî destnîşan kir ku heta niha li Iraqê qanûnek nîne ji bo parastina kerûbarên jinan û çalakvanên mafên mirovan û got: “Mixabin asta civaka me negihiştiye wê yekê ku bigihêjin wê astê ku jinekê biparêzin. Dema ku em rêxistinên mafê jinan hewl didin jinan biparêzin êrîş li ser me tê kirin. Ji ber ku di nava civaka me de çanda eşîrî ji sîstema hikûmetê zêdetir di meryetê de ye.”

‘ZÊDEBÛNA ÇEK A DI NAVA CIVAKÊ DE KUŞTINA JINÊ ZÊDETIR KIRIYE’

Sirûd Ehmed bal kişand ser belavbûna zêde ya çekan a di nav civakê de û wiha pêde çû: “Ev yek bandorekî pir mezin li ser saziyên parastina jinan kiriye. Di nava civakê de çek li destê welatiyên sivîl e, ev jî kiriye ku rêjeya kuştina jinan zêdetir bibin.”

Ehmed anî ziman ku divê qanûnek hebe ku parastina çalakvanên ku mafê jin, zarokan diparêzin, dîsa divê qanûna bergîrîkirina parastina jinên ku li nava xêzanê tundî lê tê kirin li Meclîsa Nûneran a Iraqê bê erêkirin. Ehmed diyar kir ku divê navendên parastinê ji bo jinan bên avakirin. Dîsa çek jî ji nava welatiyên sivîl û civakê bê qedexekirin.

‘JI BO PARASTINA JINAN DIVÊ QANÛN BÊN AVAKIRIN’

Herî dawî Ehmed bal kişand ser lihevkirinên bi rêbazên eşîrî û got: “Yek ji pirsgirêka din a di nava civakê de dema tundî li jinekê tê kirin û bi rêya eşîrî tê çareserkirin, ev jî li beramber hinek pere tê çareserkirin û ev jî tê wateya bazirganîkirina li ser jinê ye. Divê çareserî bi rêya qanûn be ne bi rêya eşîrî be. Ji bo wê pêwîste ku qanûnek li ser mafê mirovan hebe ku bikarin bingehek hebe ji bo rêxistinên mafê jinan û mirovan kar bikin.”