Li Strasboûrgê jin li dijî şîddeta mêran û dewletê meşiyan

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi wesîleya ‘Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê’ meşiyan û mîtîngek li dar xistin.

Saziyên jinan ên li Strasboûrgê bi banga Înîsîyatîfa Jinan a Zînê hatin ba hev zext û şîddeta li ser jinan şermezar kirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku şîddeta li ser jinan polîtîk e.

Di çalakiyê de sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ hate berzkirin û wêneyên Hevrîn Xelef a ku dewleta Tirk ew qetil kiribû û wêneyên şervanên YPJ’ê hate hildan.

Jin ji Qada Kleberê heta dadgeha Strasboûrgê meşiyan û li vê derê mîtîngek lidarxistin. Li dijî şîddeta li ser jinê axaftin hate kirin.

Di mîtîngê de Înîsîyatîfa Jinan a Zînê qala pêngava ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ kir û ji jinan banga bihistyariyê kirin.