Li Erziromê 3 jin hatin qetilkirin

Li Erziromê mêrê bi navê Racî Arslan, hevjîna xwe û du keçên xwe bi çekê qetil kir.

Li Taxa Kûrtûlûş a girêdayî navçeya Yakûtiye ya navenda Erziromê, mêrê bi navê Racî Arslan, hevjîna xwe û du keçên xwe bi çekê qetil kir.

Polîsên ku piştî derdor agahî dayîn hatîn cihê bûyerê, dîtin ku du jinan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane û yek jî bi giranî birîndar bûye. Gulçîn Karabiyik (50) û keça wê Cansû Arslan (17) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û keça wê Bûrçîn Arslan (24) jî ku bi giranî birîdar bibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Racî Arslan ê ku bi wesayîta xwe ji cihê bûyerê reviyayî, li semta Golbaşi hate girtin.

Hate zanîn ku 26 dosyayên sûc ên Arslan hene.