TJA’yê ji bo grevên birçîbûnê bang kir
TJA’yê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got, “Divê em piştgiriyê bidin girtiyên azad.”
TJA’yê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got, “Divê em piştgiriyê bidin girtiyên azad.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê greva birçîbûnê ya girtiyên doza PKK û PAJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Jinên Kurd di heqîqeta têkoşîna azadiyê de bi taybetî di berxwedanên girtîgehê de li dijî dagirkerî, qirkirina çandî, zayendî û mîlîtarîzmê serî hildane û berxwedana xwe geş kirine. Ji Sarayan heta Leyla û Çaglaran jinên Kurd ên têkoşer û azadîxwaz pêşengtî ji pêvajoyan re kirine.
Tecrîda di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 21 sal in didome, îro li ser girtiyên azad didome. AKP û MHP’ê polîtîkayên tecrîdê di dema pandemiyê de deh katan zêde kiriye û bi vê hincetê binpêkirinên mafên girtiyan gihiştiye asta herî jor.
Wekî ku tê zanîn rêzdar Abdullah Ocalan di pêvajoya çareseriyê de roleke mezin lîstiye û bûye deng û hêviya gelên bindest. Em TJA çalakiyên greva birçîbûnê silav dikin ya ku bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin. Em bang li hemû jin, sazî, rêxistin û raya giştî dikin ku bila bêdeng nemînin û piştgiriya girtiyên azad bikin.”