Jinên girtî: Daxwaz azadiya Rêberê me ye

Jinên girtî yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di greva birçîbûnê de, peyama “Daxwaz azadiya Rêberê me ye” dan.

Greva birçîbûnê ya bênavber û bi dorveger a girtiyan a li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şert û mercên girtîgehan hatî destpêkirin, di roja 5’an de ye. Girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê di greva birçîbûnê de, bi rêya malbatên xwe peyam dan.

Hevşaredara berê ya Stewrê Gulistan Oncu, Elîf Akçaren û Zelal Karayî ku di koma dûyem a çalakiya greva birçîbûnê de cihê xwe digirin, banga xwedîderketina li grevên birçîbûnê kirin û gotin, “Daxwaz azadiya Rêberê me ye.”