Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê ti carî serî li ber zilmê netewînin

Meclîsa Jinan a HDP'ê nerazîbûn nîşanî êrişên li dijî girtiyan da û destnîşan kir ku ne li girtîgehan ne jî li derve wê ti carî serî li ber zilmê netewînin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî zextên li girtiyan tên kirin daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê di vê demê de ku Covîd-19 her belav dibe, zextên li girtîgehan bênavber dewam dike."

Daxuyaniyê wiha dewam kri: "Pêr li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandirayê avêtin ser koxûşa ku Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak, Çaglar Demîrel, Edîbe Şahîn, Aysel Tûglûk, Nûrhayat Altûn, Gulser Yildirim lê dîlgirtî ne. Hate ragihandin ku hinceta serdegirtinê biryara greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan e. Di serdegirtinê de not, parêzname, helbest û karên wêjeyî yên hevalên me, her wiha pênûs û pirtûkên wan hatin desteserkirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di demekê de ku vîrûs ewqasî li girtîgehan belav bûye û hevdîtin nayên kirin, serdegirtinên bi vî rengî êşkence ye, zilm e û hate gotin, "Ev hewldanên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên ji bo tepisandina têkoşîna hevalên me yên dîlgirtî bêkêr in."

Dİ dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em careke din dibêjin; ne li girtîgehan ne jî li derve em ê ti carî serî li ber zilma we netewînin. Her ku hûn êriş bikin em ê bêhtir xurt bibin û piştgiriya xwe mezin bikin."