Dayikan ji bo aştiyê çarikên xwe avêtin
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Izmîrê li dijî provakasyonên PDK'ê ku rê li sedema şerê navxwe vedike çarikên xwe yên spî avêtin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Izmîrê li dijî provakasyonên PDK'ê ku rê li sedema şerê navxwe vedike çarikên xwe yên spî avêtin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Izmîrê li dijî polîtîkayên provakatîf ên bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker li avahiya HDP'ê ya navçeya Konakê ya Izmîrê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Jinên di rêveberiya HDP'ê de jî destek dan.
Dayika Aştiyê Peyrûza Kurd got ew şerekî navxwe naxwazin bang li Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî kir û got, ''Roj roja biratiyê ye, ne roja şer û bêbextiyê ye. Em dinerin hem cih li xwe teng dike hem jî li xwîşk û birayên xwe. Li xwe jî, li xwîşk û birayên xwe jî xwedî dernakeve. Em bi çavê mezinan lê dinerin. Bila ew jî bi vî çavî li xwe binere û xwedî li xaka xwe û xwîşk û birayên xwe xwedî derkeve. Bila cih teng neke. Bila xakê bi dest kesî ve bernede lê xwedî derkeve. Bila bida xwîşk û birayên xwe, xwîna birayan bila nerije. Em ji bo aştiyê destê xwe didin. Bila dijminan ji xwe re dost û bira nebîne, dest bide birayên xwe.''
Piştî daxuyaniyê dayikên aştiyê bi temsîla aştiyê çarikên spî avêtin erdê.