Newaya Jin: Dîktator tê darizandin!

Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jinê gihîşt ber destê xwendevanan. Rojnameyê kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" kir manşet, ku di 25'ê Mijdarê de ji aliyê TJK-E'yê ve hate ragihandin.

Kampanya ku darizandin û cezakirina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hate destpêkirin, ji aliyê Nîlay Egelî û Gulistan Çiya Îke ve hate nirxandin. Nivîskaran bi bîr xistin ku yekemcar e, ji ber sûcên ku li dijî jinan kiriye daxwaza darizandina dîktatorekî tê kirin û destnîşan kirin ku yek ji armancên bingehîn ên kampanyayê ew e ku "femînîcîd" weke sûcekî li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin.

Nivîskar Dilzar Dîlok jî bal kişand ser mijarên kêrhatî yên ji bo jinan ên sala 2020'î û diyar kir ku li gel nebaşiyên mezin ên di sala 2020'î de qewimîn her wiha encamên bedew ên ku li dîroka berxwedanê bên nivîsandin, hatine bidestxistin.

Sîmten Coşar jî mijara kurtajê nirxand ku yek ji mijarên bingehîn ên rojevê ye. Ji bo vê jî destnîşan kir ku pêwîstî bi polîtîkayeke femînîst heye.

Ji nivîskarên rojnameyê Zerya Gul têkildarî pêvajoya pêşketina dîrokî ya zayendîparêzî, nasname û xwezaya jinê rêze nivîseke lêkolînê amade kir.

Di rûpela Jineolojiyê de Rûken Aras "Atolyeyên Jineolojiyê" da nasandin. Li kategoriya aboriyê jî Çarçel Engîzek bal kişand ser keda azadîparêz a li dijî çerxa mêtingeriyê.

Hevseroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya li ser karên komeleyê nivîsî, ku polîsan meha Gulana 2020'î avêtibû ser, komele girtibû û gelek endamên wê jî destgîr kiribûn.

Ji nivîskarên rojnameyê Bêrîtan Zagros bi gotara xwe ya bi navê "PDK vîna jinê nas nake" bal kişand ser polîtîkayên PDK'ê yên li dijî jinê. Roza Metîna jî bi sernavê "Koletiya modern û parastina mafên mirovan" nivîsî.

Di hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jinê de bi lîstikvan, derhêner û şanoger Rûmet Beko re hevpeyvîn hate kirin.

Yek ji mijarên ku di hejmara nû de hate weşandin, hevpeyvîna Amara Dorşîn a bi dayikeke Elman a şoreşger re ye.

Di rûpelên portreyê de portreyên sosyolog û nivîskara femînîst a Awûstûryayî "Eva Marîa Cox" hate nîşandan.

Nivîsa bîranînê ya têkildarî Madûra Ûrmiye jî ji aliyê Rûhal Yildiz ve hate nivîsandin.