6 sal û 3 meh ceza li nivîskar Deryaspî hate birîn

6 sal û 3 meh ceza li nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî hate birîn.

Endama PEN'a Kurd nivîskar Gulgeş Deryaspî di sala 2019'an de bi îddîaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û 8 mehan di girtîgehê de mabû. Îro danişîna biryarê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Bedlîsê hat lidarxistin. Deryaspî û parêzerê wê Bûrhan Aksoy tevli danişînê bûn. Danişîn pêşî bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir.

Piştî tespîtkirina nasnameyê, Deryaspî û parêzerê wê parastin kirin. Deryaspî tiştên pê tê tawanbarkirin red kir û xwest bê beraetkirin. Parêzer jî xwest miwekîla wî were beraetkirin.

Dozger biryara xwe eşkere kir û xwest nivîskar Deryaspî bi îdiaya “endama rêxistinê ye” bi cezayê hepsê were cezakirin.

Heyeta dadgehê jî daxwaza dozger pejirand û bi heman îdiayê 6 sal û 3 meh ceza lê birî.

Wêneyên beşdariya meş û xwepêşandanan demokratîk wek delîl hatibû nîşandan û Deryaspî bi îddîaya “Endama rêxistinê ye” di 25’ê Tîrmeha 2019’an de hatibû girtin û di 30’yê Adara 2020’an de ji Girtîgeha Bedlîsê ya Tîpa E'yê hatibû berdan.