Li Bûrsayê jinek mirî hate dîtin

Li Bûrsayê jina bi navê Nûray E. li mala hevalê xwe Yûsûf A. bi şêweyek bi guman mirî hate dîtin.

Jina binavê Nûray E. ya li Bûrsayê dijiya, li mala hevalê xwe Yûsûf A. bi şêweyek bi guman jiyana xwe ji dest da.

Yûsûf A. piştî bûyerê gazî polîsan kir û diyar kir ku jin “bi ser hişê xwe ve çûye.”

Tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Nûray E. jiyana xwe ji dest daye.

Di derbarê bûyerê de Yûsûf A. hate destgîrkirin.