JIN
Hemû Nûçe
-
KJK: Ji bo em demên azadiyê biafirînin tevlî pêngava me ya berxwedanê bibin
Koordînasyona KJK’ê derbarê salvegera 2’emîn a pêngavê daxuyanî da û got “Li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jin û civaka azad e. Ji bo afirandina demên azadiyê em banga tevlêbûna refên berxwedanê dikin.” -
19 salî hate destgîrkirin, 26 sal in ‘winda’ ye
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê berî 26 salan dema 19 salî hatibû destgîrkirin û ji wê rojê ve winda ye, pirsîn. -
Jinên HDP'yî li 'Atolyeya Rêveberiya Xwecih' hatin cem hev
Meclîsa Jinan a HDP'ê atolyeya bi navê ''Rêveberiyên Xwecih ên Azadîxwaziya Jinê'' kom bûn. Berdevka Meclîsê Ayşe Acar Başaran got, ''Tevgera jinan a Kurdan ji bo jinan qadene nû ya jiyanê daniye.'' -
CFWIJ: 85 rojnamevanên jin ji ber nûçeyên xwe tên darezandin
Di Rojnamevantiyê de Komîsyona Jin, ragihand ku li Tirkiyeyê 85 jinên rojnamevan ji ber nûçeyên xwe tên darezandin. -
Leşkerên Tirk jina Êzidî bû cara duyemîn direvînin
Arîn Delê Hesen a berî niha 27’ê Sibata 2020’ê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû revandin, bû cara duyemîn dîsa hate revandin. -
Li Moskowayê berxwedan û têkoşînan jinan hat vegotin
Li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê di çarçoveya projeya Mîrateya Çandî û Dîrokî ya Moskowayê de li ser mijara Jinên ku Welatê xwe parastin û diparêzin civînek hat lidarxistin. -
Dayika Aştiyê Dogan koça dawî kir
Dayika Aştiyê Hayriye Dogan ku bi berxwedana ji bo zarokên xwe dihate naskirin, koça dawî kir. -
Başaran: Dewlet dixwaze jin hejar bin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başarn di çarçoveya hevdîtinên ‘Na ji hejarbûna jinan’ li Dîlokê bi jinan re rûnişt. Başaran diyar kir ku polîtîkaya dewletê ev e ku jin hejar bin. -
Kongra Star kiryarên li dijî jinên Efganistanê şermezar kir
Kongreya Star a Herêma Efrînê li Şehbayê êrişên li ser jinên Efganistanê şermezar kir. -
Jinên TJA’yî ji bo danişîna Ayşe Gokkan bang kirin
Ji bo tevlêbûna danişîna Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku wê roja Yekşemiyê li Amedê bê dîtin, bang hat kirin. -
Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Em bêçare nînin, em ê jiyana azad ava bikin
Di encamnameya civîna Meclîsa Jinê ya HDP'ê de hate destnîşankirin ku jin bêçare nîne û hate gotin, "Em ê jiyaneke nû ya demokratîk ava bikin." -
Siyaseta şer a dewletê li nava malê dibe sedema tundiyê
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr qala daxwazên gel kir ên ku di civînên "Em HDP'î ne, li her derê ne" hatin ser ziman û got, li gel êrişan jî bi taybetî jin dest ji têkoşînê bernadin. -
Dayikên Şemiyê: Hişmendiya 12’ê Îlonê li ser desthilatê ye
Dayikên Şemiyê ji bo yên di Darbeya 12’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek da, hate gotin ku hişmendiya derbekar ji aliyê desthilatê ve tê domandin. -
Dayika Aştiyê ya 64 salî girtin
Dayika Aştiyê Hanse Bûlût a duh di saetên sibê de destgîr kir, bi îdîaya ‘alîkarîkirin û bicihkirina terorê’ ji ber ku 2 sal cezayê wê yê girtîehê hebû, hate girtin û şandin Girtîgeha Şakranê. -
Qetlîamên li ser jinan berhema pergalê ne
Parêzer Berfîn Polat diyar kir ku zimanê desthilatdariyê, têkiliya kujeran a bi dewletê re û polîtîkaya nebirîna ceza rê li ber vî tiştî vedike ku qetlîamên li ser jinan bidome. -
Dadgeha Bilind a Meksîkayê biryar da ku kurtaj ne sûc e
Dadgeha Bilind a Meksîkayê biryar da ku pênasekirina kurtajê weke sûc, li dijî destûra bingehîn e. Biryar tê wê wateyê ku dadgeh wê êdî bi pey dozên kurtajê nekevin. -
Li Manîsayê di qezayê de jina karker jiyana xwe ji dest da
Karkera çandiniyê Azîze Erbay a li navçeya Alaşehîr diçû nava baxçeyê mêwan, wesayît lê qelibî û jiyana xwe ji dest da. -
Li Stenbol û Mêrdînê 2 jin hatin qetilkirin
Li Stenbolê Abdullah Aydogan hevjîna xwe Eda Aydogan qetil kir. Li navçeya Stewr a Mêrdînê jî Abdulkadîr Pûlent ê piştî hevjînê xwe qetil kir û şûnde reviya, mirî hate dîtin. -
Li Çewligê 2 ciwan xwe întixar kirin, jinek mir
Li Çewligê 2 jinên ciwan xwe întixar kirin. Yek ji jinan jiyana xwe ji dest da. -
Ji endamên RJAK’ê yên PDK’ê girtibûn 2 hatin berdan
Ji endamên RJAK’ê yên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen bi biryara dadgehê û bi kefalet berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî jî hê jî girtî ye. -
Encamnameya Şêwira Jinên Kurd li Ewropayê
Encamnameya Şêwira Jinên Kurd li Ewropayê ya li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê hate eşkerekirin. -
Ayten Dersim: Divê hevgirtina jinan bê xurtkirin
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim destnîşan kir ku ji bo têkoşîna jinê ya girîng mayindekirin û xurtkirina hevgirtinê ye. -
Jinên Efgan: Em hêdî hêdî ji holê têne rakirin
Jinên li paytexta Efganistan Kabûlê, zextên Talîbanê yên li ser jinan bi çalakiyekê şermezar kirin. Jinan di çalakiyê de gotn, "Em hêdî hêdî ji holê têne rakirin." -
Komxebata li dijî dagirkeriyê ya jinan bi dawî bû
Saziyên jinên Kurd ên li Ewropayê ‘Li hemberî dagirkeriyê komxebata jinên Kurd ên Ewropayê’ lidarxistibûn. Di komxebatê de hinek biryar hatin stendin. -
Di Şêwra Jinên Kurd de ji bo têkoşîna li dijî dagirkeriyê bang hate kirin
Şêwira Jinên Kurd a li Ewropayê, li Hollandayê dest pê kir. Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad di destpêka şêwrê de axivî û bal kişand ser rola jinên Kurd a di yekîtiya neteweyî de.