Leşkerên Tirk jina Êzidî bû cara duyemîn direvînin

Arîn Delê Hesen a berî niha 27’ê Sibata 2020’ê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû revandin, bû cara duyemîn dîsa hate revandin.

Jina ciwan a Êzidî ya bi navê Arîn Delê Hesen a li gundê Kîmar a Şêrewa dijîn, cara duyemîn ji aliyê leşkerên Tirk ve hate revandin.

Çeteyên El Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk ji bo Delê Hesen berdin daxwaza hezar dorlar fîdye dikin.

Berî niha Arîn Delê Hesen 27’ê Sibata 2020’ê ji aliyê heman koma bi navê El hemzat ve hatibû girtin, piştî girtina salekê hatibû berdan.

Arîn yek ji wan jinên di girtîgeha Efrîn a navendî (Asayîş) a berê ya li taxa Mehmûdiyê de bû ku dîmenên wan belav bibûn.

Heya niha çarenûsa Arîn nayê zanîn.