Siyaseta şer a dewletê li nava malê dibe sedema tundiyê

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr qala daxwazên gel kir ên ku di civînên "Em HDP'î ne, li her derê ne" hatin ser ziman û got, li gel êrişan jî bi taybetî jin dest ji têkoşînê bernadin.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, civînên ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya HDP'ê ve hatin lidarxistin û di çarçoveya bûyerên li Efganistanê diqewimin de rewşa jinê ya li navas siyasetê ji ANF'ê re nirxand.

Taşdemîr bal kişand ser êrişên desthilatdariyê yên li ser HDP'ê ku ji sala 2015'an ve dewam dikin û herî dawî doza girtinê li HDP'ê hate vekirin û got, "Faşîzmê di şexsê partiya me de êriş bir ser daxwaza azadiyê ya Kurdan. Bi hezaran hevalên me hatin girtin, hatin sirgûnkirin, hatin qetilkirin, bajar hatin xerakirin, şewitandin. Di encamê de ev plana xwe, ev zemîna siyaseta xwe, xwestin weke serketinekê nîşan bidin. Xwe li gotina tasfiyekirina siyaseta demokratîk girtin. Xwestin vê yekê jî bi dengekî bilind ê neteweperestiyê bi raya giştî re parve bikin. Lê belê di rewşa heyî de bi têkoşîna partiya me, gelê me û bi taybetî jî bi têkoşîna jinan, ev konsept hatiye pûçkirin. Siyaseta şer, qirêjî, xizanî, talan, desteserkirin û argûmanên şer ên desthilatdariya AKP'ê ji aliyekî ve hatin pûçkirin. Ev siyaseta ku xwe dispêre tundiyê li nava gelan, li nava HDP'ê, li nava Kurdan bêwate bû. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê nerazîbûneke mezin li tecrîda li Îmraliyê tê nîşandan. Ji bo şikandina tecrîdê biryardariyeke mezin heye. Pozîsyona Ocalan yekser pêwendiya xwe bi demokratîkbûna Tirkiyeyê, bi çareseriya pirsgirêka Kurd heye.

Lewma di hevdîtin û civînan de yek ji daxwazên sereke rakirina tecrîdê bû. Her wiha înkarkirina kurdan careke din kete rojevê. Êrişên li ser Kurdan, li dijî têkoşîna jinê, li dijî nasnameya Kurdan mezin bûye. Li dijî van êrişan jî têkoşîneke bi rûmet tê meşandin. Dema dawî êrişên gelekî giran li ser partiya me hene. Hewldanên ji bo girtina partiya me, qedexekirina siyasetê li siyasetmedaran, kiryarên ji bo tasfiyekirina siyaseta demokratîk û êrişên mîna van zêde bûne. Li dijî van êrişan gelê me dibêje 'Em HDP'î ne û li vir in'."

JIN DI NAVA REWŞEKE XIZAN DE NE KU NAV LÊ NEHATIYE KIRIN

Taşdemîr anî ziman ku bi navê Meclîsa Jinê ya HDP'ê wan gelek serdan kirin, bi gelek derdorên civakê re, bi jinan re hevdîtin kirin û bal kişand ser van daxwazên jinan:

"Bi taybetî bi jinên li bax û baxçeyan dixebitin, bi jinên kedkarên malê, yên li atolyeyan dixebitin, ne tenê bi jinên Kurd her wiha bi jinên ji beşên cuda yên civakê re bi navê Meclîsa Jinê me hevdîtin kir. Yek ji çavdêriyên me yên bingehîn ew e ku krîz, kaos, mîlîtarîzma ji tundiya mêr, fşîzm, siyaseta şer a li Tirkiyeyê bandoreke giran li jinan dike. Ev siyaseta şer û krîz bi her awayî bandorê li malê dike. Hem bandorê li malbatê dike, hem jî bandorê li nêzîkatiyên mêr dike. Vediguhere tundiya li dijî jinê. Di pêvajoyên krîzê de barê malbatê dikeve ser milê jinê, jin radiheje barê kedê. Barekî ku nehatiye pênasekirin, kedeke nehatiye pênasekirin. Jin di nava xizaniyeke giran de ne ku nav lê nehatiye kirin. Berpirsyariya malbatê li ser milê jinê hatiye hiştin; xwedîkirina zarokan, çêkirina xwarinê ji jinê re hatiye hiştin. Jin bixwaze nexwaze jî ev bar li ser milê jinê hatiye hiştin."

'DIVÊ EM TÊKOŞÎNA JINÊN EFGAN BIKIN TÊKOŞÎNEKE HEVPAR'

Taşdemîr di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên li Efganistanê û anî zmian ku Şoreşa Jinê ya Rojava ji bo jinên li Efganistanê li dijî Talîbanê li ber xwe didin divê bibe çavkaniya sûdwergirtinê. Taşdemîr bi navê Meclîsa Jinê jinên Efgan silav kir.

Taşdemîr got, "Li dijî feraseta siyaset mêr, populîst, tekperest a netewe dewletan, em jinên Kurd li Rojhilata Navîn herî zêde li ber xwe didin û me sîstema xwe afirandine. Şoreşa jinê ya li Rojava mînakeke têkoşîna jinê ye ku nirxên moralê û manewî yên Rojhilata Navîn temsîl dike. Berdana Efganistanê bi destê Talîbanê ve û pêşkêşkirina Talîbanê weke perspektîfeke îdeolojîk li dijî daxwaza azadî û wekheviyê ya gelên Rojhilata Navîn, ne rewşeke welê ye ku Talîbanê bi xwe bi ser xistiye. Hêzên navneteweyî bûn yek û li wê derê desthilatdarî radestî Talîbanê kirin. Ev şêweyê rêveberiyê ku dijminê jinê ye, feraseta ku dixwaze jinan careke din bixe nava tarîtiya serdema navîn, bi zanebûn û bi rengê îdeolojîk hatiye birêxistinkirin û weke modelekê pêşkêşî erdnîgariya Rojhilata Navîn tê kirin. bi vî rengî dixwazin antîtez a Şoreşa Rojava biafirînin. Divê têkoşîna jinên Kurd weke şêweyekî têkoşînê ku pêşengiyê ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn re dike bê nirxandin. Dixwazin ku Şoreşa Rojava ya ku dikare pêşengiyê ji têkoşîna jinê ya li Rojhilata Navîn re bike bêbandor bikin. Bi navê Meclîsa Jinê em careke din jinên Efgan silav dikin ku li dijî vê tarîtiyê ji bo azadiyê têdikoşin, berxwedanê mezin dikin. Dem ew dem e ku em vê têkoşînê bikin têkoşîna hevpar a jinên li Rojhilata Navîn. Îro li kêleka wan şoreşeke jinê li Rojhilata Navîn pêk tê. Jinên li cîhanê hemû divê sûdê ji vê şoreşê werbigirin. Yekane hêza ku îro li dijî Talîbanê li ber xwe dide jin e. Eger li Rojhilata Navîn wê guherîn û veguherînek pêk were, me careke din dît ku ev yek wê bi berxwedana jinê pêk were."