Jinên TJA’yî ji bo danişîna Ayşe Gokkan bang kirin

Ji bo tevlêbûna danişîna Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku wê roja Yekşemiyê li Amedê bê dîtin, bang hat kirin.

22’yemîn danişîna doza bi îddîaya “rêveberiya rêxistinê kirin” û “endamtiya rêxistinê” ya derbarê Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de hatibû vekirin, wê sibe li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.

Aktîvîstên TJA’yê, ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan a heya niha 84 caran hatiye destgîrkirin û 167 caran lêpirsîn derbarê wê de hatiye destpêkirin, bang kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê aktîvîsta TJA’yê Belgîn Laçîn, bal kişande ser nasnameya berxwedêr a Gokkan û wiha axivî: “Gokkan ew jin e ku tevî hemû zextan jî, bi helwesta xwe ya serfiraz û bi rûmet destûr neda ku dîwarê şermê bê lêkirin. Ji bo ku dîwarên sînor bilind nebin, bedena xwe danî holê. Gokkan yek ji wan jinên Kurd e ku mirov pê serbilind bibe. Em ê bi pêşengtiya Gokkan têkoşîna xwe bi berxwedanê dewam bikin. Em ê li dijî hişmendiya ku li qadan jinan tune dihesibîne, tu carî paşve gav neavêjin.”

Aktîvîsta TJA’yê Bîrsen Guneş jî, têkoşîna jinên Kurd bi bîr xist û wiha got: “Gokkan ji ber ku mafên jinan, azadî, wekhevî, demokrasî û zimanê xwe yê zikmakî parastin, rastî bêhiqûqiyek mezin hat. Em ê daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê bênavber biqîrîn.”