Dayika Aştiyê ya 64 salî girtin

Dayika Aştiyê Hanse Bûlût a duh di saetên sibê de destgîr kir, bi îdîaya ‘alîkarîkirin û bicihkirina terorê’ ji ber ku 2 sal cezayê wê yê girtîehê hebû, hate girtin û şandin Girtîgeha Şakranê.

Dayika Aştiyê Hanse Bûlût a 64 salî ku pirsgirêkên tenduristiyê ya wê ya cidî hene, di serdegirtinên malan ên duh a danê sibehê ya li Îzmîrê de ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.

Polîsan serdema destgîrkirina Bûlût negotin.

Keca Hanse Bûlût Mulkiye Bûlût serî li Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê da û li wir sedema destgîrkirina dayika xwe fêr bûn.

Mulkiye Bûlût diyar kir ku pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê ya dayika wê heye û got: “Dayika min jineke 64 salî ye. Nexweşiya wê ya şekir, fitiq û stû heye. A me dixe nava fikarê di vê demê de ku tenduristiya dayika min giran e, hate girtin. Daxwaz dikin ku tavilê bê berdan.”