Başaran: Dewlet dixwaze jin hejar bin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başarn di çarçoveya hevdîtinên ‘Na ji hejarbûna jinan’ li Dîlokê bi jinan re rûnişt. Başaran diyar kir ku polîtîkaya dewletê ev e ku jin hejar bin.

Hevdîtina “Na ji hejarbûna jinan re” ya Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê berdewam dike. Şandeya Meclîsa Jinan piştî ku bi jinên karker re hevdîtin pêk anî li avahiya HDP’a Navçeya Şahînbeyê bi jinan re civiya.  Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jinên din beşdarî civînê bûn.  Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr di civînê de axivî û diyar kir ku ew ê nehêlin xizan werin hiştin. 

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku ew ji bo her kesî edaletê dixwazin, jin li her deverê bi neheqiyê re rûbirû dimînin û her tim jin tên sûcdarkirin. Başaran got “Jin ji bo dixwazin azad bibin bi tundî û kuştinê re rûbirû dimînin û jinên ku kedê didin nikarin heqê keda xwe bistînin.”

 Başaran anî ziman ku ew li 18 deveran bi jinan re rûniştina û got: “Hejarkirina jinan polîtîkayek dewletê ye. Divê em li dijî vê polîtîkayê têkoşîn û rêxistinkirina xwe mezin bikin.” 

Civîn bi pêşniyaz û rêyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan domiya û nîqaş hatin kirin.  

Şandeya Jinên HDP’yî wê biçin serdana jinên di nava rêxistinên sivîl de cih digirin û jinên hatine îxrackirin.