Dayikên Şemiyê: Hişmendiya 12’ê Îlonê li ser desthilatê ye

Dayikên Şemiyê ji bo yên di Darbeya 12’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek da, hate gotin ku hişmendiya derbekar ji aliyê desthilatê ve tê domandin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 859’emîn de bi riya online li aqûbeta windayên xwe pirsîn û binpêkirinên mafên mirovan û windahiyên di dema Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de pêk hatin bîr xistin. Vê hefteyê li aqûbeta Nîhat Aydogan ê di sala 1994’an de li navçeya Midyada Mêrdînê dema destgîrkirî hat windakirin pirsîn. Daxuyaniya Dayikên Şemiyê, keça Aydogan Nejbîr Aydogan xwend. Aydogan got: "Tevî ku di ser darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê re 41 sal derbas bûne jî, sûcên li dijî mirovahiyê yên di vê pêvajoyê de hatin kirin, rûbirû nebûn û nehatine zelalkirin û hesab nehat dayîn.”

Aydogan wiha got: "Di şert û mercên ku jiyan, rûmet, maf û azadiyên mirovan tê binpêkirin de, sûcên giran hêj nehatine dermankirin. Tevî ku 41 sal di ser darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê re derbas bûne jî, sûcên li dijî mirovahiyê yên di vê pêvajoyê de hatine kirin rûbirû nebûne û hesab nehatiye dayîn. Berevajî vê desthilatên ku bi tu awayî zîhniyeta darbekar red nekir, welat bi sazî û derûniya darbekaran a derqanûnî birêve birin. Sazî û îdeolojiya 12’ê Îlonê îro jî wekî amûra siyaseta sivîl tê bikaranîn.”

Aydogan destnîşan kir ku di hefteya 859’emîn de em windayên di binçavan de ku yek ji sûcên mirovahiyê ye, di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de hatiye kirin, careke din bi bîr tînin û tînin bîra her kesî.

Aydogan têkildarî windayên 12’ê Îlonê van agahiyan dan:

Cemîl Kirbayir û Mahmut Kaya li Qersê, Huseyin Morsumbul li Çewligê, Nurettin Ozturk li Enqereyê, Zekî Altunbaş li Yalova, Hayrettîn Eren, Nurettin Yedîgol, Suleyman Cîhan, Mustafa Hayrullahoglu û Maksut Tepelî di 12’ê Îlonê di bi êşkenceyê hatin windakirin.  

* Cenazeyê Suleyman Cîhan ê ku bi îşkenceyê hat kuştin 3 meh şûn ve, cenazeyê Mustafa Hayrullahoglu bi êşkenceyê hat kuştin 5 meh şun ve li goristana bekesan ku hatibûn veşartin hatin dîtin. Gorên yên din hîn jî tên veşartin.

- Di dema rejîma 12'ê Îlonê de li Dîlokê Veysel Guney û li Îzmîrê Îlyas Has hatin darvekirin. Cenazeyên wan radestî malbatan nehatin kirin, cihê gorên wan nehate eşkerekirin. Piştî 28 salan cenazeyê Îlyas Han hat dîtin û cenazeyê Veyle Guney hêj nehatiye dîtin û veşartî ye.

- Tevî şahidan, tevî belgeyan, tevî raporên Tiba Edlî, tevî rapora TBMM’ê, li gel ku me hemû rêyên hiqûqê bikar anîne jî, ji bo mirovên me yên ku di êşkencexaneyên 12ê Îlonê de hatin kuştin edalet nayê temînkirin. Zîhniyeta 12’ê Îlonê ku windahiyên dema destgîrkirinê înkar dike û kujeran bêceza dihêle, îro jî didome.

 Dayikên Şemiyê di dawiya daxuyaniyê de wiha gotin: "Bi hesabdayînê mikmin e ku 12’ê Îlonê ji holê were rakirin. Wisa pêkan e ku ev zîhniyet bi dawî bibe. Zîhniyeta 12’ê Îlonê hêj li ser kar e. Em ê her siyaseta înkarê û bêcezatiyê ya ku tê domandin teşhîr bikin. Em dest ji Meydana Galatasarayê bernadin, cihê hevdîtina me ye û windayan e. Ev ev 160 hefte ne li me qedexe ye û em ê ji bo windahiyên xwe edaletê dbixwazin.”