CFWIJ: 85 rojnamevanên jin ji ber nûçeyên xwe tên darezandin

Di Rojnamevantiyê de Komîsyona Jin, ragihand ku li Tirkiyeyê 85 jinên rojnamevan ji ber nûçeyên xwe tên darezandin.

Di Rojnamevantiyê de Komîsyona Jin (CFWIJ), têkildarî binpêkirinên mafên rojnamevanên jin ên li Tirkiye û cîhanê, li ser êrîş û tehdîdên rû bi rû tên, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê CFWIJ bi domdarî mafê rojnamevanan biparêze.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di demê dawî de li Tirkiyeyê ji ber parvekirina nûçeyên nivîsandin an jî parvekirina li ser platformên tevnên dijîtal, lêpirsîn hatine destpêkirin û lêpirsîn veguherîne darezandinê û ev hate gotin: “Ji serê sala 2021’ê ve li Tirkiyeyê bi kêmanî 55 dosyayên dozên cuda di derbarê jinên rojnamevan de hatine vekirin û dişopînin. 85 jinên rojnamevan bi hinceta sûcên ‘teror’ û sûcên cuda, derketine pêşberî dadgehê. Ji serê meha Îlonê ve şopdarên dozên 3 jinên rojnamevan kir. Yek ji mînakên vê yên herî dawî jî  nûçegihana Rojnameya Yolculuk Bûse Sogutlu ye.”