Jinên HDP'yî li 'Atolyeya Rêveberiya Xwecih' hatin cem hev

Meclîsa Jinan a HDP'ê atolyeya bi navê ''Rêveberiyên Xwecih ên Azadîxwaziya Jinê'' kom bûn. Berdevka Meclîsê Ayşe Acar Başaran got, ''Tevgera jinan a Kurdan ji bo jinan qadene nû ya jiyanê daniye.''

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li kargehên Saziyên Jinan ên Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê de axivî û bal kişand ser tecrubeya rêveberiyên xwecihî yên jinan û got: "Li dijî siyaseta tahakkumkar pratîka rêveberiyên xweser a digihêje aqilekî hevpar, me xwest em pêk bînin. Me îrade û rêxistinbûna jinan bi hêz kir û me hewl da tevlî qada civkî û siyasî bibin."

Desteya Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li otêleke Taksîma Stenbolê bi serenavê "Rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaziya jinan" xebatên kargehan li dar dixin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinê ya Rosayê, Komeleya Demê ya Jinê, Komeleya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Zayendî, Parêzerên Femînîst, Piştevaniya Mor, Tora Parastina Jinê, Jin Bi Hev Re Bi Hêz in, Weqfa Çareseriyên Nû ya Komelaya Mafên Mirovan a Jinan, nûnerên Jinên Hewildana Akademisyenên ji bo Aştiyê beşdarî kargehê bûn. 

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran destpêkê axivî û da zanîn tevgera jinên Kurd bi 3 endamên meclîsê yên şaredariyan dest pê kirine û ev yek bi sîstema hevserokatiyê bi tacegul kiriye û wiha got: "Me bi vê pratîkê armanc kir ku qada rêveberiyên herêmî yên wekî qada mêran dihat dîtin biguherînin. Me di vê yekê de azadiya zayenda civakî esas girt. Me mohra xwe li serkeftinên mezin da." 

Başaran da zanîn wan ji xwe re kiriye armanc ku li dijî desthialta serdest a mêr têbikoşin û wiha domand: "Li dijî siyaseta tahakkumkar pratîka rêveberiyên xweser a digihêje aqilekî hevpar, me xwest em vê pêk bînin. Me îrade û rêxistinbûna jinan bi hêz kir û me hewil da tevlî qada civkî û siyasî bibin. Jinan li dijî desthildariya mêr li ber we da. Tevgera jina Kurd ji bo jinan qadên nû vekirin. Me navên dên têkoşîna li dijî tundiya jinê vekirin. Her wiha me kooperatîfên jinan vekir. Lê belê ev destkeftiyên me ji aliyê îktidarê hedef hatin girtin."

Başaran bal kişand ser êrişên li ser sîstema hevserokatiyê û wiha got: "Li dijî hevserokên me doz hatin vekirin, ji peywira xwe dûr hatin xistin û qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Polîtîkayên serdest ên zayendperest, yekperest dan meşand. Bi destên şaredariyan dest bi êrişên polîtîk, îdeolojîk kirin. Mêr anîn ser navendên jinan û li dijî perspektîfa jin dikarin xwe bi rê ve bibin derketin. 
  
Başaran da zanîn wan li eniya Tirkiyeyê hindik be jî tecrubeyek bi dest xistine û wiha got: "Şaredariyên Akdeniz û Dikiliyê yên Edeneyê ji bo me bûn tecrubeyên mezin. Li dijî destkeftiyan êrişên mezin pêk tên. Lê belê li dijî van êrişan têkoşîna me didome. Li gel êrişan jî li vir têkoşîneke mezin hat dayîn. Li her qadê torên piştevaniyê hatin xurtkirin û xebatên bi bandar hatin kirin. Ev tişt bi saya tecrûbe û kevneşopiyan pêk hat. Em ê li ser em dikarin çawa xêza azadiyê ya jinê pêk bînin nîqaşan bidin meşandin û hewil bidin xwe bigihêjin encamekê. Em ê perspektîfa piranîparêz bikin meriyetê."