Dayika Aştiyê Dogan koça dawî kir
Dayika Aştiyê Hayriye Dogan ku bi berxwedana ji bo zarokên xwe dihate naskirin, koça dawî kir.
Dayika Aştiyê Hayriye Dogan ku bi berxwedana ji bo zarokên xwe dihate naskirin, koça dawî kir.
Dayika Aştiyê Hayriye Dogan (82) vê sibehê li mala xwe ya li Amedê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dogan birin Goristana Yenîkoyê. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî bi merasîmekê birin Goristana Alîpinarê. Cenazeyê Dogan li kêleka kurê wê Fahrettîn Dogan ê ku sala 1997'an jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.
Serdanên sersaxiyê yên ji bo malbata Dogan wê li Mala Serxweşiyê ya Korhat Gola Gulê ya navçeya Baglarê bê qebûlkirin.
Dogan ku dayika 9 zarokan û 82 salî bû, ji 3 zarokên xwe yên li nava refên PKK'ê şehîd bûn (Fahrettîn, Abdulkadîr û Mehmet Alî) li gora 2 ji wan digeriya ku salên 1996-97'an şehîd bûn.