Kongra Star kiryarên li dijî jinên Efganistanê şermezar kir

Kongreya Star a Herêma Efrînê li Şehbayê êrişên li ser jinên Efganistanê şermezar kir.

Kongra Star a Herêma Efrînê bi tevlîbûna endamên sazî û meclîsên li Şehbayê li navçeya Ehdas ya Herêma Şehbayê kom bûn û li hemberî êrişên ku Talîban li hemberî jinan dikin, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate dayîn:

“Her roj çeteyên DAÎŞ’ê êrişan dibin ser jinên li Rojhilata Navîn. Ev êriş bi awayên herî dijwar li Sûriye, Iraq, Lîbya û li welatên Rojhilata Navîn tê kirin.

Herî dawîn jî tevgera Talîbanê ya cîhadîst hin herêmên Efganistanê xist bin kontrola xwe û nêta xwe ya êrişkar eşkere kirin.

Rastiya tevgera Talîbanê û fikra wê ya tarî ya li ser jinan di bûyera qetilkirina jina Efgan a bi navê Safiye Feyrûzî de, derket holê.

Em rêxistina Kongra Star a Herêma Efrînê kiryarên li ser Sefiyê Feyrûzî şermezar dikin. Ev kiryar li hemberî jinên cîhanê binpêkirineke mezin e û jiyan û rûmeta jinên Rojhilata Navîn dike hedef. Em diyar dikin ku em ê piştgiriya xwe ya bi jinên Efgan bidomînin ta ku jin azad bibin û mafên xwe bi dest bixin.

Em bang li rêxistinên hiqûqî, rêxistinên jinan dikin ku xwedî li jinan derkevin û Efganistan di serî de divê piştgiriyê bidin jinên li herêmê.”