JIN
Hemû Nûçe
-
Bi şoreşê re ji aliyê aborî ve serbixwe bû
Şevîn Mihemed bi Şoreşa Rojava re xwe ji xweliya xwe afirand. Bi jinan xurt bû û ji bo jin bibin xwedî serxwebûna aboriyê proje afirand. -
Rojnamevanên jin êrîşa li Şengalê şermezar kirin
MGK’ê êrîşa ku li Şengalê li dijî kedkarên Çapemeniya Azad hatî kirin, şermezar kir. -
TJK-E: Zêdeyî 20 hezar jinan name ji CPT’ê re şandin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) diyar kir ku zêdeyî 20 hezar jinan li dijî tecrîdê name ji CPT’ê re şandin û got: “Em bang li CPT’ê dikin ku wezîfeyên xwe bi cih bîne.” -
'Jin a têgihiştî jin a xweparastî ye'
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Gulistan Gulo diyar kir ku xweparastina jinê xwe dispêre zanebûn û rêxistiniyê û destnîşan kir, jin a têgihiştî jin a xweparastî ye. -
Jinên ciwan: Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin
Çalakiya 4 rojan a ku jinên ciwan li Strasburgê dabûn destpêkirin bi govend û stranên herêmî bi dawî bû. Ciwanan diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were ew ê têkoşînê bidomînin. -
Şandeya jinên femînîst li dijî desteserkirinê banga piştevaniya hevpar kirin
Komek jinên femînîst ku çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, diyar kirin ku ew li dijî desteserkirinê vîna gel diparêzin û banga piştevaniya hevpar kirin. -
Li Meletiyê mêrekî hevser, keç û neviya xwe qetil kir
Li navçeya Erxevanê ya Meletiyê kesê bi navê Îsmet Budak, hevsera xwe Songul Budak, keça wê Cansû Aslan û neviya xwe Bulem Aslan qetil kir. -
Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz hat weşandin
Hejmara mehên Tîrmeh û Tebaxê yên Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi mijara ‘xweparastina jinê’ hat weşandin. -
JINNEWS: Meha Hezîranê herî kêm 37 jin hatin qetilkirin
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINNEWS) ragihand ku meha Hezîranê ji ber tundiya mêr herî kêm 37 jinan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 7 jin jî bi gumanbarî mirin. -
'Divê nerazîbûneke tund bê nîşandan'
Jinên Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku êrişên herî dawî yên li Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ji rêzê nîne, lewma divê nerazîbûneke tun a gel bê nîşandan û saziyên berpirsyar bi erka xwe rabin. -
Jinên Ciwan: Em cesaretê ji heqîqeta Rêbertî digirin
Di roja 3’an a çalakiyên jinên ciwan ên li Strasbougê de bi sernavê “Rastiya Rêbertî” semîner hat lidarxistin. Li îstasyona Strasbourgê jî dansên xwecihî yên Îtalya û Kurdistanê hatin pêşandan. -
Li Mêrsînê ‘Hevdîtina bi jinan re’
Li Mêrsînê “Hevdîtina bi jinan re” pêk hat. DEM Partiyê li dijî xespa îradeyê yekîtiya hêza jinan destnîşan kir. Siyasetmedara Kurd Sebahat Tûncel jî beşdarî çalakiyê bû. Sîstema hevserokatiyê û bandora wê ya li ser jiyana jinan hate nîqaşkirin. -
Lêgerîna edaletê ya ji bo Hîlal Kar didome
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, ji bo kujerê Hîlal Kar a ku di 23'ê Hezîranê de hat qetilkirin demildest bê girtin, li ber edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. -
'Jinên ku bi şoreşê xurt bûne, wê xwe biparêzin'
Rohilat Muslim ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker neçar ma du caran koç bike, anî ziman ku jinên bi fikrê azad ê Şoreşa Rojava xurt bûne, bi perwerdeyê wê xwe biparêzin. -
Jin li dijî desteserkirina vînê têkoşîna hevpar nîqaş dikin
Siyasetmedar Sebahat Tûncel li Edeneyê bi saziyên jinan re hat gel hev, diyar kir ku rejîma qeyûmê derbeyek li îdeolojiya azadiya jinê ye û banga têkoşîna hevpar kir. -
Îran cezayê darvekirinê li çalakvan Şerîfe Muhammedî birî
Dadgeha Şoreşê ya Îranê bi sûcdarkirina ‘li dijî rejîma Îranê serhildana çekdarî” cezayê darvekirinê li çalakvan Şerîfe Muhammedî birî. -
Remziye Mihemed: Em deyndarê raman û felsefeya Rêber Apo ne
Remziye Mihemed diyar kir ku jin bi saya raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêxistin bûne û got, “Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê bi ramanên Rêber Apo derket holê. Em deyndarê Rêber Apo ne.” -
Zext û zordariya li rojnamevanên jin: 7 girtî
Li gorî rapora Hezîranê ya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê zext û êşkenceya li rojnamevanan meha Hezîranê jî dewam kir. Li welêt 7 rojnamevanên jin girtî ne. -
Nivîskara Misrî: Fikrê Abdullah Ocalan ji bo hemû jinên cîhanê ye
Nivîskara Misrî Fatin Subhiye bal kişand ser girîngiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî azadiya jinan û got, "Fikrên Rêber Apo ne tenê têkildarî jinên Kurd e. Her wiha fikrên wî ji bo hemû jinên cîhanê guncaw in." -
Dilzar Dîlok: Xweparastin nebe şoreş jî nabe
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok diyar kir ku heta xweparastin nebe, rêxistiniya di asta herî baş de nebe şoreş pêk nayê û destnîşan kir ku xweparastin ji kesekî di re nayê hiştin. -
Rewşa girtiya nexweş Zeyneb Celaliyan giran e
Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ji ber êşeke tund a mêjî daxwaza wergirtina çareseriyê kiriye, lê belê Îranê red kiriye û daxwaza wê bi cih neaniye. -
MKG: Em ê çapemeniya azad biparêzin
MKG’ê destnîşan kir ku divê çapemeniya azad were parastin û diyar kir ku ew ê li dijî van pêkanînên bêhiqûqî bêdeng nemînin û Çapemeniya Azad biparêzin. -
Edaleta civakî bi xweparastinê xurt bû
Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku bi xweparastina jinê edaleta civakî xurt bûye û got, "Bi jin a rêxistinbûyî xweparastin hate xurtkirin." -
YJK-S: 11’emîn Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi coşek mezin hat pîrozkirin
Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S), di peyama spasiyê de ya piştî Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz weşand got, “Em ê bi nirxên jinê jiyanê ji nû ve bihûnin.” -
Li Îngilistanê Festîvala Jinan a Zîlan bi coş hate lidarxistin
Bi sedan kes beşdarî 19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan a li Îngilistanê bûn û peyama “Em ê li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan, Rêber Apo azad bikin” hate dayîn.