Lêgerîna edaletê ya ji bo Hîlal Kar didome

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, ji bo kujerê Hîlal Kar a ku di 23'ê Hezîranê de hat qetilkirin demildest bê girtin, li ber edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê.

Parêzer Berfîn Elçî li ser navê Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê axivî û diyar kir ku kujer Mehmet Demîrhan demeke dirêj li dijî Hîlal Kar tundiya sîstematîk pêk aniye û gefa mirinê lê xwariye.

Berfîn Elçî, anî ziman ku kujer ji cihê bûyerê reviyaye, li gel xwe Argêşê 5 salî biriye û ev 13 roj in nehatiye girtin. Elçî, destnîşan kir ku li ser vê bûyerê lêpirsîneke xurt nehatiye meşandin.

Malbata Hîlal Kar, ji bo kujer bê girtin û edalet pêk were bang kir.

Rabîa Kar, da zanîn ku kujerê xweşka wê hêj li kolanan serbest digere, kujer gef li wê jî xwariye û got ku divê dewlet gavên berbiçav bavêje.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya sererastkirina qanûnî yên hîn bi bandor û kampanyayên hişyarkirina civakî yên ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan.