BI DÎMEN

Li Îngilistanê Festîvala Jinan a Zîlan bi coş hate lidarxistin

Bi sedan kes beşdarî 19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan a li Îngilistanê bûn û peyama “Em ê li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan, Rêber Apo azad bikin” hate dayîn.

FESTÎVALA JINAN A ZÎLAN

Meclîsa Jinan a Jiyan a Îngilistanê îsal li avahiya KCC’ê ya Londonê 19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan lidar xist. Festîval ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Festîval îsal bi dirûşmeya “Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” hate lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî festîvalê bûn ku endamên Gîk-Der û Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî di nav beşdaran de bûn.

Piştî rêzgirtinê Turkan Bûdak li ser navê Meclîsa Jinan a Jiyan axivî û diyar kir ku jinên Kurd bi cesaret û îdeolojiya xwe bersiva pêwîst daye modernîteya kapîtalîst û dagirkerên faşîst.

Bûdak diyar kir ku ew ê bi ruhê Zîlanan têkoşînê geş bikin û got: “Ez di şexsê şehîd Zîlan de hemû şehîdên me bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Em ê li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan, Rêber Apo azad bikin.”

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropa jî axaftinek hate kirin; şehîd Zîlan hate bîranîn û banga tevlîbûna pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate kirin.

Piştî axaftinan helbest hate guhdarkirin û defîle hate lidarxistin. Di festîvalê de bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî reng dan festîvalê.

Di festîvalê de hunermend Zeyno, Jale û Kewê derketin ser dikê. Beşdarên festîvalê demek dirêj, govend gerandin.